Ana SayfaGIŞTÎKILIÇDAROGLÛYÎ DEST BI “MEŞA EDALETÊ” KIR

KILIÇDAROGLÛYÎ DEST BI “MEŞA EDALETÊ” KIR

Kiliçdaroglûyî ji Guvenparkê dest bi “Meşa Edaletê” kir û li vir got, “Çi kesên ku edaletê dixwazin neçar in piştgiriyê bidin meşê”.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî piştî girtina parlamenter Enîs Berberoglûyî ji Guvenparka Enqereyê dest bi “Meşa Edaletê” kir.

Di saetên sibê de gelek kes hatin Guvenparkê ku polîsan tedbîrên ewlekariyê standibû.

Kiliçdaroglû bi afîşa ku li ser “Edalet” dinîsand hat Parkê û got, “Ti têkiliya vê meşê bi partiya siyasî re nîne. Ev meş meşeke pîroz e. Meşa edaletê ye. Çi kesên ku edaletê dixwazin neçar in piştevaniay meşê bikin.

Kiliçdaroglû wê ber bi Girtîgeha Maltepeyê ya Stenbolê ve bimeşe ku Berberoglû li wir tê girtin. (BK/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights