Ana SayfaGIŞTÎKESÊN LGBTİ DİPİRSİN: Lİ ÇEÇENYAYÊ Çİ DİQEWİME?

KESÊN LGBTİ DİPİRSİN: Lİ ÇEÇENYAYÊ Çİ DİQEWİME?

Ji bo îdiayên desteserkirin û îşkenceyê yên li ser mêrên hevzayend ên li Çeçenyayê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Parazvanên mafan li ser înternetê kampanyeyan lidar dixin. Ji hesabê İstanbul LGBTI+ Hefteya Rûmetê jî daxuyaniyek hat dayin û hat gotin ku “Ne mafê me yê jiyînê ne jî mafê me yê hebûnê nikarin ji destê me bistînin”.

Ji bo îdiayên ku li Çeçenyayê mêrên hevzayend ji hêla rayedaran ve tên desteserkirin û rastî îşkenceyê tên heta niha ji rayedarên Rûsyayê û Çeçenyayê bersiveke têr û tijî nehat.

Ji hemû cîhanê parazvanên mafan û LGBTI, ji bo ronîkirina îdiayan û ji bo girtina kampên ku mêrên hevzayend lên tên girtin, kampanyeyan lidar dixin.

Kampanyeya “Bila Navendên Îşkence yên Gey Bên girtin” ya di Avvaz.org ê de hatiye destpêkirin heta niha ji hêla zêdetirî yek milyon û 200 hezar kesan ve hatiye îmzekirin. Rêxistina Efûyê jî bangewaziya çalakiyeke lezgîn li Tirkiyê kir.

Ji hesabên medyaya civakî yên İstanbul  LGBTİ+ Hefteya Rûmetê jî daxuyaniyek hat belavkirin û hat gotin ku “Li Çeçenyayê çi diqewimin?” (ÇT/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights