Ana SayfaGIŞTÎJI SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ BARZANÎ DAXUYANIYA ŞINGALÊ

JI SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ BARZANÎ DAXUYANIYA ŞINGALÊ

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser rûdana pevçûna Pêşmergeyên Roj û YBŞê li ser malpera fermî ya Serokatiyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya ku bi navê Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah hatiye ragihandin de wiha hat gotin: “Di derbarê rûdanên roja înê 03.03.2017 ya li komelgeha Xanesor ya li devera Şingalê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê gelek nîgeran û xemgîne bi van rûdanan û rênimayiyên pêwîst jî pêşkêşî aliyên peywendîdar û Wezareta Pêşmerge kiriye bo ku kontrola rewşê bikin û nehêlin geş bibe.”

Berdewama daxuyaniya Barzanî wiha ye: “Li gel ev e jî divê hemû aliyek bizanin li Herêma Kurdistanê tenê dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirs in ji îdareya Herêmê. Di heman demê de hîç aliyek nikare dest bixe nav karubarên Herêma Kurdistanê rê li tevgera Pêşmerge bigire.”

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights