Ana SayfaGIŞTÎJI ROJHILATÊ KURDISTANÊ VE BANGEWAZÎ BO TIRKIYÊ

JI ROJHILATÊ KURDISTANÊ VE BANGEWAZÎ BO TIRKIYÊ

Saziyên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kirin, ku du kurdên bi navê Jiyar Cîhanferd û Hesen Belede yên ji Rojhilatê Kurdistanê demildest serbest werin berdan. Her du kurdên Rojhilat li Mêrdînê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin.

Nivîskarê kurd Jiyar Cîhanferd û rojnamevanê li cem wî Hesen Belede, ji bo ku pirtûka xwe ya li ser kurdên Îranê bidin çapkirin, çûbûn Tirkiyê. Lê belê li otogara Mêrdînê bi hinceta “endamên PKKê” ne, di 3yê Çileyê de ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin.

Rayedarên Tirkiyê piştî 22 rojan Cehanferd û Belede birin dadgehê û bi hinceta “endamên PKKê ne” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Mêrdînê.

Saziyên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê û kesayetên siyasî, bangewazî li hikûmeta Tirkiyê kirin da ku her du rojnamevanan serbest berdin.

Di daxuyaniyê de hatiye aşkerakirin, Jiyar Cehanferd ji bo ku pirtûka xwe ya li ser folklora kurdî bide çapkirin û Hesen Belede jî ji bo xwandinê çûne Mêrdînê.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ku rayedarên Tirkiyê nahêlên xizmên her du rojnamevanan, wan bibînin û ji Wezareta Derve ya Îranê jî xwestin, ku ji bo serbestberdana her du kurdan, pêngavan biavêjin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights