Ana SayfaJIN'JI BO KU KURD POLÎTÎKAYEKE HEVPAR DIYAR BIKIN, EM Ê BICIVIN'

‘JI BO KU KURD POLÎTÎKAYEKE HEVPAR DIYAR BIKIN, EM Ê BICIVIN’

PYD jî di nav de partiyên kurd wê di 15ê Sibatê de ji bo yekîtiyê li bajarê Moskowê yê paytexta Rûsyayê konferansa kurdan li dar bixin. Berpirsê PYDê yê li Rûsyayê Ebdulselam Elî ji bo Sputnikê axivî û got wan gelek partiyên kurdan vexwendine konferansê û Hevseroka PYDê Asya Abdullah jî wê beşdarî konferansê bibe.

Hikmet Durgun / krd.sputniknews.com

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin Partiya Yekîtî ya Demokratîk (PYD) jî di nav de gelek partî û saziyên kurdan ji bo xurtkirina yekîtiya kurdan û diyarkirina polîtîkayeke hevpar wê di 15ê Sibatê de li Moskowê bi beşdarbûna gelek partî siyasetmedarên kurd konferansekê li dar bixin.

Berpirsê PYDê yê li Rûsyayê Ebdulselam Elî di derbarê konferansa kurdan de ji bo Sputnikê aixivî û ev tişt gotin:

“Em vê konferansê bi awayekî hevpar amade dikin. Em wek PYDê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Otonomiya Kurdan a Rûsyayê vê konferansê organîze dikin. Beriya ku em dest bi amadekirina konferansê bikin, me ji rayedarên Rûsyayê re got em dixwazin konferansa kurdan li dar bixin. Me rayedarên ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî vexwend konferansê. Dibe ku ew jî beşdarî konferansê bibin. Wê konferanseke berfireh be û wê li otêlekê were lidarxistin.

‘JI HER 4 PERÇEYÊN KURDISTANÊ MÊVAN WÊ WERIN’

Elî di berdewamiya axaftina xwe de derbirî ku wê ji her 4 perçeyên Kurdistanê mêvan werin û wisa axivî: “Ji her 4 perçeyên Kurdistanê jî mêvan wê werin. Kurdên li Rûsyayê jî wê beşdar bibin. Me hinek siyasetmedar û akademisyen jî vexwend. Hevseroka PYDê Asya Abdullah û Hevserokê Kantona Kobanê Enver Muslim jî di konferansê de cih bigirin. Ji HDPê Osman Baydemir jî wê tevlî konferansê bibe. Hinek serok û parêzer jî wê werin konferansêç Ji YNKê, Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî hinek nûner wê beşdar bibin. Her wiha ji Rojhilatê Kurdistanê jî hinek kes wê werin. Me hemû partiyên kurdan vexwend û me ji hemûyan re vîze jî şand. Em hêvî dikin ku wê konferanseke berfireh be.”

‘GAVA KU EM LI RÛSYAYÊ Û CIHÊN DIN DIAXIVIN, JI ME RE DIBÊJIN YEKÎTIYA KURDAN TUNE YE’

Ebdulselam Elî ragihand ku ew ji bo pêkanîna yekîtiya kurdan vê konferansê li dar dixin û got, “Divê kurd bibin yek deng û yek biryar. Gava ku em li Rûsyayê û gelek cihên diaxivin, ji me re dibêjin yekîtiya kurdan tune ye. Li Moskowê Astana pêk hat û di demeke kurt de wê hevdîtinên Cenevê jî werin lidarxistin. Divê kurd bibin yek. 100 sal berê Sykes-picot çêbû. Em îcar qebûl nakin ku kurd nebin yek û nebin xwedî parek. Em lidarxistina vê konferansa kurdan wek gaveke girîng dibînin.”

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights