Ji bo “îşkence”ya ku Bekîr Bozdagî gotibû nîne”, CPTyê di salekê de 30 rapor amade kirine

Divê hûn bixwînin

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî du roj berê gotibû ku “Ez bala we dikişînim ser û dibêjim, li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence û kiryarên xirab nînin.” CPTyê piştî wê bi rojekê rapora xwe ya salê aşkere kir. Derket holê ku CPTyê di salekê de 30 raporên îşkenceyê amade kirine.

Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî du roj berê li Mala Dadweran a Enqereyê bi karmendên Wezaretê re civiyabû û bi wan re fitar vekiribû. Di wê bernameyê de Bozdagî gotibû, “Ez dixwazim bala we bikişînim ser û bibêjim, li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence û kiryarên xirab nînin. Bi ti rengî îşkence xweş nayê dîtin.” Di heman demê de Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) Rapora Giştî ya Xebatên 2021ê pêşkêşî Alîkarên Wezîran ên Konseya Ewropayê dikir. 

Rapora CPTyê di 21ê Nîsanê de hate weşandin. Ji vê raporê diyar dibe ku di navbera raporê û gotinên Bozdagî de nakokî hene û rapor gotinên Bozdagî piştras nake. 

CPTyê herî zêde serdana Tirkiyeyê kiriye 

CPTyê her weha di rapora xwe ya sala 2021ê de tabloyek jî weşandiye ku tê de behsa girtîgehên zêde qerebalix û kiryarên xirab ên li dijî rûmeta mirovahiyê li girtîgehan kiriye. Di vê tabloyê de giranî liser girtîgehên Ewropayê ye. 

Li gorî vê raporê, di nava 47 welatên Konseya Ewropayê de herî hindik serdana Andorrayê kirine. Ev jî tê wê wateyê ku pirsgirêkên derbarê pêşîlêgirtina îşkenceyê herî hindik li vî welatî hene. CPT çar caran serdana vir kiriye û ti carî ji nişka ve neçûye, 4 rapor weşandine û her 4 jî weşandine. 

CPT herî zêde bi rengekî perîyodîk serdana Brîtanyayê kiriye ku li ser hev 9 caran çûne vî welatî. Piştî Brîtanyayê Tirkiye heye ku CPT 24 caran ji nişka ve serdana wê kiriye û 30 rapor derbarê vî welatî de hatine nivîsandin. Ji van raporan 27 heb hatine weşandin lê Tirkiyeyê destûr nedaye 3 raporan biweşînin. Ev tişt nîşan dide ku di raporên CPTyê de gelek tiştên Tirkiye jê şerm bike, rûmeta wê bişikê û hin tiştên din tê de hene. 

Lê Tirkiye dikare xwe bi wî tiştî kêfxweş bike ku Rûsya di vê mijarê de di pêşiya Tirkiyeyê de ye. CPTyê 24 caran ji nişka ve serdana Rûsyayê kiriye û 26 rapor amade kirine. Lê Rûsyayê bi tenê destûra weşanê ji bo 4 raporan daye. Piştî van herdu welatan, Brîtanya, Yewnanistan, Ermenistan, Azerbeycan, Bosna Hersek, Bûlgaristan, Îtalya û Moldova tên. (AEK/FD) Bianet

Verified by MonsterInsights