Ana SayfaGIŞTÎÎran Cezayê Darvekirinê Dide Girtîyekî Sîyasî yê Kurd

Îran Cezayê Darvekirinê Dide Girtîyekî Sîyasî yê Kurd

Rêxistina Hengaw ya mafên mirov di raporteke xwe de eşkere kir ku desthilatdarên Îranê cezayê darvekirinê li girtîyê siyasî yê Kurd yê bi navê Fîruz Masulo birîye.

Li gor raportê, biryara dadgeha Urmîyê li 7’ê Adarê hate standin.

Musalo endamê berê yê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye û di Tîrmeha 2019an de xwe radest hêzên ewlekarîya Îranê kiribû. Piştî pênc mehan di zindaneke navenda Hêzên Pasevanên Şoreşa Îslamî de, çalakvanê Kurd hatibû veguhestin bo zindana navendî ya bajrê Urmîyê.

Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Îranê salane bi sedan çalakvanên sîyasî yên Kurd dide ber darizandinê. Li gor Hengawê, di sala 2021’ê de 103 çalakvanên Kurd ji alîyê hikûmetê ve bi zindankirin û darvekirinê hatin ceza kirin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights