Ana SayfaKURDISTANHêzên emnî rê nedan parlamenterên HDPê derbasî Sirûcê bibin

Hêzên emnî rê nedan parlamenterên HDPê derbasî Sirûcê bibin

Îro 23ê Mijdarê Parlamenterên HDPê yên Rihayê Omer Ocalan, Nusrettin Maçin, Ayşe Surucu û Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Sidik Taş û şanda ligel wan, bi armanca protestokirina êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê xwestin biçin ser sînorê Kobaniyê.

Lê li bajarokê Elîgorê yê Sirûcê hêzên emnî rê li ber HDPyiyan girt û nehişt derbasî navçeya Sirûcê bibin. Hêzên emnî ji şanda HDPê ragihandin, ku bi hinceta qedexekirina çalakiyan bo 15 rojan ji aliyê Parêzgeha Rihayê ve rê nayê dayîn ku biçin Sirûcê.

HDPyiyan nerazîbûn nîşanî biryarê dan, lê hêzên emnî şanda HDPê dorpêç kirin û rê nadin ku biçin.

Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Sidik Taş li ser hesabê xwe yê Twitterê wêne belav kirin û ragihand: “Li Elîgorê bi sedan hêzên emnî çûna bo Sirûcê asteng dikin.”

20ê Mijdarê, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê çendîn navçe li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê kirin armanc, di encam de li Rojavayê Kurdistanê zêdeyî 30 kesan canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Stenbolê li dijî êrîşan nerazîbûn hat nîşandan û daxuyanî hatin belavkirin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights