Ana SayfaGIŞTÎHEVSEROKA NÛ YA HDPÊ: DEMİRTAŞ EV DEMEKE DİRÊJE Lİ SER NEXŞERÊYEKÊ DİXEBİTE

HEVSEROKA NÛ YA HDPÊ: DEMİRTAŞ EV DEMEKE DİRÊJE Lİ SER NEXŞERÊYEKÊ DİXEBİTE

Hevseroka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ku îro di Kongreya 3yemîn a Awarte de, li şûna Fîgen Yuksekdag hat hilbijartin Serpîl Kemalbay, ji Spûtnîkê bi Yurdagul Şîmşek re axivî.

Hevseroka HDPê diyar kir ku Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş, ev demeke dirêj e li ser nexşerêyeke aştî û demokrasîyê dixebite.

‘ÎŞARETA RÊWÎTÎYA HDPÊ HAT NÎŞANDAN’

Serpil Kemalbay peyama Demirtaş a kongreyê ji Spûtnîkê re nirxand û wiha got: “Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demirtaş ev demeke dirêje li ser nexşerêya aştî û demokrasîyê dixebite. Ji bo aştîya gelên Tirkiyê pêk were, em neçar in demokrasîyê bixin merîyetê. Di serdema pêşîya me de, dê wekî HDP rêwîtîyeke me ya wiha hebe. Îro li vê derê îşareta wê rêwîtîyê hat nîşandan.”

‘EM Ê XEBATA DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ BIDIN DESTPÊKIRIN’

Kemalbay da xuyakirin ku ew ji niha şûn de dest bi têkoşîneke din a aştî û demokrasîyê dikin û wiha pê de çû: “Me îro destpêkek pêk anî. Piştî nirxandina lijneyên me yên erkdar û amadekarîyan, em ê dest bi xebata destûreke nû ya bingehîn a Tirkiyê ku gelên Tirkiyê de bikarin bi awayekî aştîyane û demokratîk bijîn, bikin.”

sputnik

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights