Ana SayfaGIŞTÎHevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin

Hevşaredarên HDP’î: Em qeyûman nas nakin

Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta tayînkirina qeyûmên şaredariyên navçeyên Farqîn, Licê, Gêl û Erxeniyê yên Amedê k udi 23’yê adara 2020’an de pêk hatibû li avahiya xwe ya li navçeya Rezanê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyad Ceylan û hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin û endamên meclisên şaredariyan tevli civînê bûn. 

MERCAN: QEYÛM RÊVEBERÊN SIYASETA ÎNKARÊ NE 

Hevşaredarê Licê Tarik Mercan diyar kir ku tayînkirina qeyûm tunehesibandina îradeya gelê kurd e û ew ê li dijî qeyûman û bêhiqûqiyên wan têkoşîna xwe berdewam bikin. Mercan anî ziman ku şaredarî di serdema qeyûman de veguherîne qadên rantê û wiha got: “Qeyûm ji roja ewil ku hatine tayînkirin ve, destkeftiyên jinan, kurdan û çanda kurdan çi heye kirine hedefa xwe û bûne birêveberê siyasta înkar û îmhayê. Li şûna ku mal û milkê şaredariyê ji bo xelkê xerc bikin û bikin xizmeta xelkê, pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Pergala talan û diziyê bi destê qeyûman tê kirin. Em wek nûnerên hilbijartî yên vî bajarî li cem gelê xwe ne û em carek din diyar dikin ku em ê li dijî van neheqiyên qeyûman têkoşînek xurt bidomînin.” 

‘EM QEYÛMAN NAS NAKIN’ 

Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya ku qeyûm danîne şûna wî jî diyar kir ku tevî biryara dadgehê jî destûr nayê dayîn ku vegere ser wezîfeya xwe û got: “Ferman û biryar ji jorê hatiye û lewma em nikarin vegerin ser wezîfeya xwe. Heta ku yên li ser îktidarê neçin tu kes nikare bi rehetî wezîfeya xwe bike û wî/wê dê li wezîfeya xwe venegerin. Em biryarên qeyûm û qeyûman nas nakin û em ê nas nekin.” 

MA

Önceki İçerik
Sonraki İçerik
- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights