Ana SayfaGIŞTÎHEMÛ PARTÎ Û ALIYÊN SIYASÎ JI BO EFRÎNÊ LI HEWLÊRÊ DICIVIN

HEMÛ PARTÎ Û ALIYÊN SIYASÎ JI BO EFRÎNÊ LI HEWLÊRÊ DICIVIN

Sibe 22yê Çileyê 2018an hemû partî û aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê ji bo rewşa Efrînê û operasyona Tirkiyê binirxînin û helwestekê diyar bikin, li Hewlêrê civînekê li dar dixin.

Nûnerên Partiya Herêmên Demokrasiyê li Herêma Kurdistanê (EBD IÇE) ragihand, “Partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê sibe wê tev beşdarî civînekê bibin li ser rewşa Efrînê weku nerazîbûnek li hember êrîşên dewleta tirk ên ser kantona Efrînê.”

Ebd Içe nûnerên HDPê li Hewlêrê ji Sputnîk Kurdistanê re ragihand, “Sibe li demjimêr 3yê êvarî li gor dema Hewlêrê li baregaha Partiya Yekîtiya Neteweya Demokrasî ya Herêma Kurdistanê, civînek taybet li ser rewşa Efrînê û êrîşên artêşa Tirkiyê yên ser gelê kurd li wê navçeyê wê bê lidarxistin.”

PIŞTÎ CIVÎNÊ DÊ DAXUYANIYEKE HEVBEŞ BÊ WEŞANDIN

Hat diyarkirin ku dê hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê beşdarî wê civînê bibin û li ser êrîş û operasyona Efrînê nirxandin bê kirin.

Herwiha hat zanîn ku piştî civînê jî dê daxuyaniyeke hevbeş li ser operasyona Efrînê ya artêşa Tirkiyê bê weşandin ku tê de helwesta xwe diyar dikin.

 

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights