Ana SayfaGIŞTÎ"HEKE HUN KÊŞEYA KURD WEKÎ PIRSGRÊK QEBÛL NEKIN, TU PROBLEM NAMÎNIN! "

“HEKE HUN KÊŞEYA KURD WEKÎ PIRSGRÊK QEBÛL NEKIN, TU PROBLEM NAMÎNIN! “

Silêman Demirel digot: “Realîteya Kurd heye, lê keşaya Kurd tune ye. Ger hun di cihê realîteya Kurd de peyva Kêşeya Kurd bikar bînin, hun dê bikevin nava niqaşek din. Herwekî ku we arîşeyek netewî mîna pirsgrêkek siyasî pejirandibe.” Û herwiha wî gotibû ku “ger hun pirsgrêkan mîna kêşe nebînin, li holê tu pirsgrêk jî dê nemîne.”

Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskar

Ango camêr digot  pirsgrêka Kurdî heye, lê hun vê yekê nekin arîşe. Di van salên dawî de Erdogan jî bi çar destan bi vegotinek mîna ya Demirel girtiye; tîne wê maneyê ku qaşo “ger hun nekin mesele, kêşeya Kurd dê tune be!” Tuxubê vê demogojiyê digihîje 12ê Tebaxa sala 2005an. Erdoganê ku digot “Kêşeya Kurd kêşaya min e, ger hun îleh navekî lê bikin, Pirsgrêka Kurd ne ya tenê beşek ji vî miletî ye, lê pirsgrêka hemiyan e… Di nava çarçoveya sazûmana makezagonî de, bi riya demokrasiyek berfireh, huqûqa hemwelatîbûnê û bi pêşxistina refahê em dê çareser bikin”, lê belê ev demek e ku dibêje “kêşeya Kurd tune ye.”  Desthilatdariya heman Erdoganî, her roj û her saet li Amedê, Qamişlo û Hewlêrê bi pirsgrêka Kurd û bi Kurdan re tenê rûbirû namîne, herwiha ji aliyê aborî, bazirganî û siyasî ve jî li ser heman maseyê tê cem hev. Ev rewş, tuxubê kêfiyeta ku  dibêje “ez bêjim heye pirsa Kurd dê hebe, bêjim tune ye dê ew tune be,” û demogojiya “ger hun nekin mesele, kêşeya Kurd çê nabe” dide nîşandan.

STRATEJIYA DEWLETÊ

Ji Mistefa Kemal û vir ve hukûmatên Tirk, di kêşeya Kurd de li gor mercên ku stratejiya Dewletê bingeh digrin polîtîkayen taktîkî bipêş xistine. Çiv û vegerên “hebûn” an “tune bûna” kêşeya Kurd ku bi rojevê re diguhure, bi asta tekoşîna azadiya netewî re jî girêdayî, li gor stratejiya Dewletê tên plankirin. Di vê mijarê de rola ku li ber hukûmatan tên danîn, di çarçoveya taktîkî ya ku stratejiya Dewletê tê sepandin de sînordar e. Mînak, gava Erdogan di sala 2005an de digot “kêşeya Kurd pirsgrêka min e”, destnîşan kiribû ku dê pirsgrêkê di çarçoveya “yek dewlet, yek netew, yek al û yek welat” de qaşo dê “çareser” bike.

RIYA ÇARESERIYA SIYASÎ

Ji bîr nekin ku siyaseta Tirk ger bêje “heye” jî an “tune ye” jî, kêşeya Kurd hebû û niha jî heye! Riya aqilane û siyaseta demokratîk ev e; kêşeya Kurd û Kurdistanê ku li kuçeyan, çiyayan, deştan, li platformên navnetewî û ji alî siyasî, çandî, îdeolojîk, aborî, leşkerî û bi plansaziya li pişt a dîrokiya hezar salan ku ew rûbirû dibin, divê bi hemî kûrahî û amûrên xwe yên dîrokî ve were dîtin, naskirin û pejirandin. Herwiha ji bo çareseriyek siyasî divê rê were vekirin. Riyeke din tune ye!

Jixwe vegotina DYE ku dibêje “em li Rojava li dijî egera operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê ne”, peyva Mazlûm Kobanî: “Em têdigihên ku divê rakêşana nava xwe û Enqerê sist bikin. Em dixwazin Amerîka bibe navbeynkar û garantor”, daxuyaniyên Murat Karayilan ku dibêje: “Em her dem ji çareseriyek polîtîk re amade ne… Ji bo ku bi DYE re bikevin têkiliyê, me cesaret da Kurdên li Sûrî û yên li Îranê… Em ne li dijî geşepêdana têkiliyên wan ên bi Emerîka re ne. Dijraberî vê, em piştgiriyê didin hemî herêmên Kurdistanê da di asteka bilind de pêwendiyê bi DYE re deynin,” nîşan didin ku trafîkek siyasî ya nepen di navbeyna Tirkiyeyê, DSG, DYE û PKKê de heye. Mirov dikare bêje ku ev nîşanên siyaseta Biden in, beriya ku ew were ser hukum.    

Divê di kêşeya Kurd de partiyên opozisyonê dest ji seknên xwe yên fediyokî û revoke berdin…

Erdogan û AKP ya ku ev 18 sal in desthilatdar in, ne tenê di kêşeya Kurd de bi gelemperî di warê siyasî, aborî û çareserkirina pirsgrêkên dadî de jî tu feraseta çareseriyê bi xwe re nehiştine. Lewma di kêşeya Kurd de, partiyên mîna CHP, SP, DEVA û Partiya Dahatuyê (Gelecek) wekî opozisyon namzetên hilberîna taktîkên guncaw in.

Jixwe kadroyên siyaseta Tirk ên ku peyamê didin Rojavayîyan (YE û DYE), partiyan pêk tînin û qala dadmendiyê, hiqûqê û reformên çandî dikin, pêdiviyê pê dibînin ku biryarên xwe li Amedê îlan bikin. Çima Amed ji bo wan dilhebîn e? Ew xwezkarê hêza wê ya sindoqê ne ku di destnîşankirina desthilatê de dibe mifte. Herwiha van partiyan li gor stratejiya Dewletê, bi vegotinek û nasnameyek nuh dixwazin amadekariya pêşwext bo ewiqandina gelê Kurd bikin. Bila bibin xwezkar, lê herkesê ku were Diyarbekir û qala mafên Kurdan, çareseriya “nava parlamantoyê”, perwerdeya bi zimanê dayikê bike bila ewil bizanibe ku:

Yek: Qada leystika wan a taktîkên mîna “asîmîle bike, kontrol bike û biewiqîne” ya li gor stratejiya nijadperest û tekane ya Dewletê êdî teng bûye. Gelê Kurd û nûnerên wê yên siyasî piştî çendîn dersên ku ji serpêhatiyan girtine, bi taktîkên wan ên xuyayî êdî naxape.  

Du: Divê ew guherîna her çar xalên sereke yên Makezagonê bînin rojeva parlamentoyê. Bêyî ku ev her çar xal werin guhertin, hemî peyvên wan û tewer her pengavek ku ew bavêjin jî, dê bibe mîna berfa nava avê! Temînata astengkirina xarovîçkoyên “hebûn” û “tunebûna” kêşeya Kurd a li gor rewşa hukûmatan û kadroyên siyaseta Tirk ku li Amedê rast dibêjin li Enqerê xwe şaş dikin, guherîna van çar xalan jî di nav de bi amadekirina makezagonek nuh pêkan e.

Sê: Ger hun xwezkarên dengên gelê Kurd bin, buhayê vê yekê heye. Divê hun rêz li vîna Kurdan ya ku ji sindoqê dertê bigrin, li dijî siyaseta qeyûman temînatê bidin. Îroj em dibînin ku nasname û alên sazîyan jî hene, divê hun xwesteka naskirina statuya Kurdan, bipele perwerdeya bi zimanê dayikê û nasîna Kurdan ya di Makezagonê de biparêzin.

Çar: Heke tu dibêjî “xwezkarê dengên gelê Kurd im”, ewil divê tu nûnerên siyasî yên Kurd ku hilbijartî ne bi fermî û eşkere nas bikî, muxatab bigrî û bi wan re bipeyivî. Tu mecbûrî dest ji terzê xebata li pişt deriyan an jî bi awayekî revoke ji şêweya “jixwe hun dizanin ha, piştgiriyê bidin min…” berdî.

AKP Û REFORM

“Reforma dadmendiyê û huqûqê”, serê “reformxwazên” xwe dixwe!

AKP ne partiyeka sîstema niha ye. Çewa ku CHP damezrênera Komarê ye, herwiha AKP (nexasim kakilê wê yê ku ji hişmendiya “Nêrîna Netewî” tê) jî xwest ku sîstema parlemanî, rejîma Kemalîst û laîk ya ku digot “du araqxuran damezrandiye” veguhêze. Dema AKP komlekê neolîberalîzmê yê ku bi awayek demkî li xwe kiribû derxist û vegeriya hişmendiya xwe ya “Nêrîna Netewî”, dest bi çaksaziya armanca xwe ya veguhestina rejîmê jî kir.

Rûxandina Kemalîzmê kirin armanc, lê di demek kurt de famkirin ku nikarin wê rawirînin, îcar gotin “Kemalîzm bingeha Komarê ye.” Li gel desthilata wan ya vê dema dirêj, dîsa jî oldar kêm dibin, li dijî bihêzbûna ateîzmê û deîzmê wan bêhemd dest bi parastina laîzsîzmê kirin. Di armanca wan de piştî guherîna sîstema parlemanî, damezrandina sîstema serokayetiyê hebû ku ew versiyoneka Îslamî ya Despotîzma Rojhilatî ye. Jixwe me dît ku bi alîkariya MHPyê pêk anîn, lê di demeke kurt de sazûmana “serokayetiyê” jî xitimî. Tenê ne di amancên xwe de lukumîn, seba nemana çavkaniyên diwîzên Bankeya Navendî, ketina nirxê Lîrayê Tirk, bilindbûna rêjeya enflasyonê û betaliyê jî ew xitimîne. û ev yek ji ber ku bi xitimîna li Libya, Rojhilatê Derya Sipî, Qibris û Sûrî re gihîşte hev, doh Erdoganê ku digot “ey YE! Hun xwe çi dihesibînin lo, em ne bêalternatîf in, Tifaqa Şangayê wa ye li benda me ye ha!” niha bi daxuyaniyên “reformê” re qala “em beşek ji YE ne” dike. Di dawiya van peyvan de, raveyên “reforma” ku teslîmî “sermayeya xwemalî û navnetewî” bû hatin.

JI BO SERMAYEYÊ REFORM 

Erdogan got “em bi sazî û wezaretên xwe, bi danûstendin û dîyalogek nêzîk a bi hemî aliyên pêwendîdar re; li welatê xwe di warê aboriyê û hiqûqê de ew serdema reformek nuh didin destpêkirin.” Wî bi vê yekê him dawî li propagandaya “hilberîna xwemalî û netewî” û “em dê pizana xwe bi destê xwe biqetînin” anî, him jî eşkere kir ku “reform” dê ji bo sermayeyê pêk werin! Lewra wateyek din ya van peyvên wî tune ye ku got: “Heta sermayeya biyanî neyê welêt, ekonomî sererast nabe! Sermayeya biyanî jî heke sîstemeka darazê ya serbixwe û tekûz hebe dê were!”

ŞIYANÊN DESTHILATÊ NEMAN 

Ey ekonomî, meger tu şiyandarê çi yî! Ji bo xatirê te banga “bihêzkirina dewleta dadmendiyê”, “reforma hiqûq û dadê” olan da. Herê olan da, lê belê şiyanên reformên ku di dema 18 salên ew li ser desthilatê bûn pêk neanîn êdî nema. Jixwe Erdogan jî dema ku got “em reforma dadê ya ku beşeka jêneger a kişwera veberhênanê ye pêk tînin”, zelal kir ku ew “reform” dê ne ji bo civakê be.  Eşkere hat dîtin ku “van reforman” dê ne ji bo gel, lê ji bo sermayeyê bin! Bi qaşo “reformên” di qada dadmendiyê, hiqûqê û ekonomiyê de, ew dixwaze li Tirkiyeyê bendereke bi ewle ji sermayeya teze re pêk bîne. Jixwe di wan rojên ku peyvên Erdogan û rayedaran ên mîna “em dê reforma dadê çêkin”, “em dê reformên ekonomîk bi pêş bixin”, “bila heq û hiqûq were cih” li bin guhên hev diketin de, li Amedê 24 jê parêzer 101 kes hatin girtin. Di hefteya dawî de ji 1000an zêdetir kêsên welatparêz, şoreşker û demokrat hatin binçavkirin û wan bi vê yekê bi zelalî gotin “ji we re edalet û hiqûq tune ye!”

KAXIZÊ TÛRNÛSOLÊ

 Di vî warî de bizava Arinç rola kaxizê tûrnûsolê bi cih anî. Ew bi daxuyaniya Erdogan ya derbareyê “reforman” de pir bawer bû, erka xwe jê hilanî û zûka ket nava liv û tevgerê. Arinç hêvî kir ku bi banga derbareyê Osman Kavala û bi taybetî jî Selahedîn Demîrtaş, dê puanan bistîne. Lê li ser dev û rû şimitî, ev yek bû sebebê îstîfaya wî.Di heman pêvajoyê de, wekîlê berê yê AKPê M. Êhsan Aslan roja 17ê Mijdarê di hevpeyvîna xwe ya BBC’de wiha got: “Derbasbûna sîstema parlemanî ne pir dûr e… Bûyera li hember me tenê bi terorê nayê pênasekirin. Ango ew li welêt şeş milyonên çalak in, heke hun li hemî nifûsa wan binêrin digihîjin 20 milyonan. Nifûsek me ya ku piştgiriyê dide HDPê heye, di gel ewçend çespandinên anti-demokratîk jî di wê beşê de nifûsek me ya serhildêr heye. Tevahiya van 20 milyon kesan nikarin bibin terorîst. Tu bipejirînî an nepejirînî, em dibêjin vîna gel pîroz e. Gel, wan hilbijart. Bi dîtina min, divê mirov ji vê yekê re hurmetkar be…” Ji ber van gotinan Aslan şandin Desteya Dîsîplînê. Ango “reform”a ku hêj wekî pêşniyaz bû, dest bi xwarina serê “reformîstên” nava AKPyê kir.

Ger dixwazin di warê dadmendiyê, hiqûqê û aboriyê de reforman pêk bînin, divê ewil bi azadkirina mexdûrên esasî yên hiqûq û dadmendiyê, bi rakirina fişarên ser dayikên aşîtiyê-Şemiyê û dînamîkên demokrasiyê, bi axaftina Kurdan û nûnerên siyasî yên wan re dest pê bikin. Lê AKP bi kî re diaxife? Bi TUSÎADê û TOBBê re!

MIXALEFET LI KUDERÊ YE?

Tifaqa Komarî li derve û hundir dilikume, lê opozîsyon tune ye!

Ji du egerên bingehîn ên ku AKPê li ser desthilatê hiştine yek jê tekoşîna “Nêrîna Netewî” ye ku bo bidestxistina desthilatê 40 salên dûr û dirêj dom kiriye. Ya din tirsa mixalefetê ya ji kuçeyan e ku ji ya desthilatê zêdetir e. Em qala mixalefetek wisa dikin ku li dijî siyaseta Tifaqa Komarî a xespa mafên bingehîn û azadiyan, binçavkiranan û qeyyûman deng nake, li karkerên ku derketine ser riyan, li karkerên demsalî yên Kurd ku li Trabzonê, Yozgatê û Sakaryayê rastî êrîşên nijadperest hatine xwedî dernayê. Bi rastî arîşeyên siyasî û aborî yên heyî, ji bo ku desthilata Tifaqa Komarî ji aliyê mixalefetê ve were hejandin bes in û pir in jî, lê belê opozîsyon ji desthilatê re ne amade ye.

Bi kurtî em bêjin, Tifaqa Komarî êdî nikare barê desthilatdariyê hilbigre. Di serî de CHP, mixalefet jî hêj di moda “em bisekinin, bila AKP bi tevayî bilhilhile” de ye. Niha em di rewşa ku Antonîo Gramscî digot “qeyran rewşek e wisa ye ku yên kevn ber bi mirinê ve diçin, lê yên nuh jî nikarin biwelidin” de ne.

AKP ya ku êdî xitimiye, bi çavekî ji kêlek ve li Pêvajoya Çareseriyê ya nuh dinihêre, bi çavê din li MHPê, lewra her du bi hev re nameşin. Di vê rewşê de, gelo derza nava AKPê dê kûrtir bibe an Tifaqa Komarî dê biqelişe? Dibe ku piştî Kongreya MHPê ya Adara 2021an ev dîmen zelal bibe.

03.12. 2021

[email protected]

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights