Ana SayfaGIŞTÎHDPYÊ BERSIV DAYE SULEYMAN SOYLÛYÎ: KÛKELE

HDPYÊ BERSIV DAYE SULEYMAN SOYLÛYÎ: KÛKELE

HDPyê bersiv daye Suleyman Soylû, Wezîrê Navexweyî ku ji bo parlamenterên HDPyê gotiye; “Tu ne wekîlê/a gel î, em de weke wekîlê/a gel qebûl nakin”. HDPyê di bersiva xwe de gotiye: “Hilbijartiyên me, destûra parlamenteriya xwe ji te û yên weke te negirtine”.

HDPye bersiva Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî daye ku ji bo parlamenterên HDPyê gotiye; “Tu ne wekîlê/a gel î, em te weke wekîlê/a gel qebûl nakin. Tu wekîlê/a Qendîlê yî, tu wekîlê/a PKKyê yê, tu xulam û pêlîstoka PKKyê yî”.

HDPyê bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv daye Soylûyî.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Wezîr Soylû li dû provokasyonan digere û wiha hatiye diyarkirin: “Hilbijartiyên me, parlamenteriya xwe bi destûra te bi dest nexistine. Bi dengên gel, bi sekna bibiryar bi dest xistine ku di encama bi dehan salan têkoşîna demokrasî, aştî, azadî û edaletê de derketiye holê.

“Me kêfxweş nake ku kesekî karên dijhiqûqê û tarî dimeşîne, wekîlên me qebûl bike, berovacî wê em pê birîndar dibin û rûmeta me dixe bin lingan.

“Dîrok wê vî kesî û kesên vî kesî weke kûkela didin xebitandin, en piştgiriya wî dikin efû neke”.

Çi bûbû?

Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî di dema vekirina ofîsa hilbijartinê ya partiya xwe ya li Altindaga Enqereyê axivi bû û ji bo parlamenterên HDPyê gotibû, “Ew xulam û pêlîstokên PKKyê ne”. Her weha bi bîr xistibû ku wan destûr nedaye parlamenterên HDPyê ku ji bo piştgiriya bi Leyla Guven, parlamentera HDPyê ya ji bo “tecrîta li Îmraliyê bi dawî bibe” di greva birçîbûnê de ye, xwenîşandanê bikin.

Soylûyî her weha 10ê Sibatê di daxuyaniya xwe de gotibû, ew ê destûra xwenîşandanê nedin parlamenteran ku ji bo piştgiriya bi Leyla Guvenê wê bimeşiyana. Soylûyî wiha gotibû:

“Niha ji ber ku Apo li hundir e, qaşo wê parlamenter bimeşin, li der û dorê. Heke yê ku bihêle hûn bimeşin,  ew ne zilam e.” (HA/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights