Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊRaporên ji bo penaberan yên GOÇIZDERê weke sûc hatine nirxandin

Raporên ji bo penaberan yên GOÇIZDERê weke sûc hatine nirxandin

Di 3ê Hezîranê de li dijî endam û rêveberên Komeleya Çavdêriya Koçberiyê (GOÇZÎDER) operasyon hatibû destpêkirin û di encamê de 22 kes hatibûn desteserkirin. Kesên desteserkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin. Kesên hatine desteserkirin ji bo îfadeyê şandine Edliyeya Stenbolê. 

22 desteserkirîyên ku îfadeyên wan ên li emniyetê hatine girtin, bi rapor, pirtûk, broşûr, xebatên komeleyê û bi îdiaya “alîkariya fînansmaniyê dane rêxistinê” tên sûcdarkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezpotamyayê di dema kar û barên îfadegirtinê ya emniyetê de raporên derheqê penaberan de hatiye amadekirin jî weke sûc hatine nîşandan. 

Pirtûk weke sûc hatiye nîşandan 

Di heman demê de 3 pirtûkên ku qala binpêkirinên di salên 90î de li dijî fileh û Kurdên gundên wan hatine valakirin, binpêkirinên di sala 2015an de li dijî welatiyan hatine kirin û binpêkirinên li dijî jinan vedibêjin weke sûc hatin nîşandan. Di lêpirsîna li emniyetê de pirsa “ji bo amadekirina van pirtûkan kê ferman da we” ji binçavkiriyan kirin. Her wiha hat îdiakirin ku ev pirtûk bi mebesta “biçûkxistina dewletê” hatine nivîsandin. 

Bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, derheqê van pirtûkan de biryara komkirinê hate dayîn. Pirtûkên ku derheqê wan de biryara komkirinê hatiye dayîn ev in: “‘Çîrokên koçberiyê ya filehên di salên 90’an de ji warên xwe hatine kirin’, ‘Çîrokên koçberiyê yên kurdên di salên 90’an de ji warên xwe hatine kirin’ û ‘Çîrokên koçberiyê yên jinan ên di dema pêvajoya qedexeya derketina kolanan a di salên 2015-2016an de’.”

(RT/AY) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights