Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊLi Tirkîyê di 5 Mehên Dawî de 380 Kes Rastî Êşkencê Hatine

Li Tirkîyê di 5 Mehên Dawî de 380 Kes Rastî Êşkencê Hatine

Di vê raportê de tê goti ku di nava pênc menên dawî yên sala 2022’yan de li ser 380 kesan êşkence hatiye kirin.

Li gor pêzanînên raporta ÎHD û TÎHV’ê, di sala 2021’an de li ser 984 kesan êşkence hatiye kirin û 531 kes jî li cîyên resmî hatine binçav kirin û dîsa rastî neheqîyan hatine. Di 5 mehên dawî de jî 380 kes li ber êşkenceyê serî li van sazîya dane.

Raport bal dikşîne ku reftarên xirab û êşkence li gor salên berê zêdetir bûne û bang li dewletê dike ku pêşî li reftarên wiha bigire.

“Erka rewestandina êşkenceyê û bergirîya muameleya xirab ser milê dewletê ye. Lê, jiber cezanekirina kesên berpirs pêşîya kiryarên wiha nayên girtin. Em li vê derê careke din bangî dewletê dikin ku pêşî li êşkencê bigire û ji kesên ku wan reftarana dike cezayên giran bibire.”

Raport bi berdewamî dibêje ku rêvebirên dewletê bi xwe jî bi gotinên xwe pesna êşkenceyê didin loma ew bang li desthilatdaran dike ku dev ji zimanê pesindarê êşkencê berdin.

Di raportê de li ser dema binçavkirinê û rewşa girtingehan jî hatiye rawestandin û bal hatiye kişandin ku dema binçavkirinê gelek dirêj e û rewşa girtingehan ji di bin xeterê de ye.

ÎHD û TÎHV di raporta xwe de Sazîya Mafên Mirovan û Wekhevîyê ya Tirkîyê (TÎHEK) bi tundî rexne dikin ku erka xwe bi cîh nayîne û heta ser êşkenceyê jî digire.

Hêjayî balkişandinê ye ku TÎHEK ji alîyê dewleta Tirk ve hatiye damezirandin û navenda wê li Enqerê ye.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights