Ana SayfaKARKERErdogan Mûçeya Herî Nizim ya Sala Nû Ragihand

Erdogan Mûçeya Herî Nizim ya Sala Nû Ragihand

Erdogan dîyar kir ku nûnerên karsaz û xebatkaran di civînan de li hev nekiriye û got ku ew wek hikûmet li gor hemî alîyan tevdigerin.

‘’8500 lîre li rewşa aborî û civakî ya Tirkîyê tê’. Di sala 2002yan de mûçeya herî kêm 184 lîre bû û ew di dema me de 30 qat û bi awayekî rast jî % 142 zêde bûye, Erdogan got.

Wezîrên dewletê yê ser xebatê û nûnerekî karsazan jî li daxuyanîya Erdogan hazir bûn.

Serokê TURK-ÎŞê Ergun Atalay, ku gotibû eger mûçe ji 9000 lîreyê kêmtir be emê li maseyê rûnenin, beşdarî li daxuyanîyê nekir.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) xwestibû ku muçeya kêmena 12,500 lîre be û Partîya Komarî ya Gel (CHP) jî gotibû ku divê ew mûçe 9,500 lîre be. VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights