Ana SayfaKURDISTANŞandeke ENKSê û Rêveberiya Xweser civiyan

Şandeke ENKSê û Rêveberiya Xweser civiyan

Piştî nêzîkî 2 salan ji rawestana danûstandinên di navbera ENKS û PYNK de, roja înê, 17ê Hezîranê, li bajarê Qamişlo hejmarek endamên emîndariya giştî ya ENKS û endamên ofîsa pêwendiyan a MSD, bi beşdarbûna çend kesayetiyên serbixwe ji rewşenbîr û rêxistinên civakî li civiyan.

Di civînê de, herdu aliyan tekezî li ser girîngiya destpêkirina diyalogê û pêkanîna yekrêziyê kirin.

Nivîskar û lêkolerê siyasî Zêd Sifûk, ku yek ji destpêşxerên vê civînê bû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, civîn ne fermî bû lê girîng bûye.

Nivîskar Zêd Sifûk got: “Civîn ne fermî bû. Civînên fermî di bin siya Amerîkayê, General Mazlûm Evdî û Serok Barzanî de dibin. Lê me wek kesên rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar xwest ku aliyên Kurdî dest bi diyaloga xwe bikin û serbikevin. Endamên ENKS û MSD di civînê de amade bûn û herdu aliyan jî nêrînên xwe anîn ziman. Em hêvî dikin di demên bên de jî civîn berdewam bibin û berfirehtir bibin.”

Herdu aliyên ENKS û PYNK, bi serpereştiya Amerîka û Fermandarê Giştî yê hêzên HSD li ser nêrîneke siyasî hevbeş û lêvegerek siyasî lihev kiribûn.

Lê ji nêzî 2 salan ve, danûstandinên herdu aliyan rawestiyane. Tevî ku herdu alî pabendbûna xwe bi destpêkirina diyalogê nîşan didin, lê heta niha her aliyek ji wan li mala xwe ye.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights