Ana SayfaÇAND HUNERDu weşanxane, du pirtûkên helbestan

Du weşanxane, du pirtûkên helbestan

Du weşanxaneyan, du pirtûkên helbestan çap kirine. Helbestên kurdî yên modern in, helbestên ku di van pirtûkan de hatine weşandin.

Yek jê ya Bamed Serdarî ye. Navê pirtûkê “Weke Şebnemekê” ye. Weşanxaneya Nûbiharê ev pirtûk çap kiriye. Serdar ji gundê Bamidê yê Nisêbînê ye. Him li medreseyên klasîk him jî li dibistanan perwerde bûye.

Bamed Serdarî di helbestên xwe de mijarên evîniyê, civakî, xwezayî nivîsandine. Pirthûk ji 56 rûpelan pêk tê û tê de 34 helbest hene.

Derbarê Bamed Serdarî de Dersdar e. Di sala 1977an de li gundê Bamidê ser bi navçeya Nisêbînê ji dayik bûye. Di sala 2002an de Zanîngeha Dicleyê beşa perwerdeyê qedandiye. Li gel perwerdeya fermî perwerdeya medreseyên klasîk jî sitandiye. Di sala 2013an de li Zanîngeha Artukluyê beşa “Kurdolojiyê Master” kiriye. Teza xwe ya masterê li ser Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî amade kiriye. Gelek nivîs û helbestên wî di serî de di kovarên weke; Nûbihar û hwd. yên Kurdî de hatine weşandin. Berhemê wî Siwarê Hespê Boz (Helbest-2014)
Dîwana Şêx Şemsedînê Exlatî (Metin û Vekolîn-Nûbihar 2015)

“Nexşeya Rewanê Bêdengiyê”

Pirtûka helbestan a Mizgîn Heskoyê piştî ku di sala 2021ê de li Ewropayê çap bû, niha jî li Tirkiyeyê hatiye weşandin. Hesko ji Rojavayê ye û ev demeke dirêj e li Almanyayê dijî.

Weşanxaneya Nayê pirtûka Heskoyê weşandiye ku tê de helbestên bi mijarên cihereng hatine nivîsîn, hene.

Pirtûka bi navê “Nexşeya Rewanê Bêdengiyê” ya Heskoyê ji 65 rûpelan pêk hatiye û tê de 85 helbest hene.

Derbarê Mizgîn Heskoyê de Helbestvan û nivîskar e. Li gunê Şelhûmiyê, di 20.11.-1973an de jidayik bûye. Xwendina xwe heya amadeyî (lîse) li Tirbespiyê qedandiye. Di destpêkê de bi erebî helbest nivîsandine û paşê bi kurdî. Yekemîn helbesta wê di Gelawêjê de, di sala 1988an de hatiye belavkirin. Ji sala 1996an ve li Almanya dimîne. Li Almanya Floristîk xwendiye û di 2004an de dîploma wergirtiye. Ji sala 2015an ji desteya birêvebir a Pênûsa nû ye. Ji mêj ve ew Endama Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûryê ye. Berhemên Wê Tîpên Evînê (helbest) Avdar 2007, Çapxana Bafet
Asoyekî Tijî Endeko (helbest) Tîrmeh 2008, Weşanên Han
Di Nav Henasên Kovanan de (helbest) Avdar 2010, Weşanên Han
Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm (helbest) Avdar 2012 Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera
Ristek Lal e (helbest) Êlûn 2013, Weşanên Han
Ber Bi werzê Hezkirinê ve(helbest) Mijdar 2015, Weşanên Han. Çapa duyem 2020, Weşanên Sersera
Rêgehên Keskîn (helbest) Gulan 2019, Weşanên Sersera
Ji Bexçika Jiyanê (Hin nerîn û dîtin û hin ji çîrokên rasteqîn ên jiyanê) Mijdar 2020, Weşanên Sersera
Nexşeya Rewanê Bêdengiyê (helbest) Çapa Ewil Avdar 2021, Weşanên Sersera, Çapa Duyem 2022, Weşanên Na

(FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights