Ana SayfaKURDISTANDu partiyên Rojhilatê Kurdistanê yekgirtina xwe ragihandin

Du partiyên Rojhilatê Kurdistanê yekgirtina xwe ragihandin

Merasima yekgirtina her du partiyên Rojhilatê Kurdistanê, îro li Stockholm a paytextê Swêdê hat lidarxistin. Di merasimê de Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê îro bi fermî yekgirtina xwe ragihandin.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Ebdullah Muhtedî di merasimê de ragihand, “piştî sal û nîvek ji hewldanên berfireh, îro em yekgirtina her du komeleyan radigihînin.”

Li gor zanyariyan, navê Komeleyê dibe Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û di rojên bên de dê derbarê organ û navendên din ên partiyê de biryara dawî were dayîn.

Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Pêwendiyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Kerîm Kerîmî derbarê yekgirtinê de ji Rûdwê re ragihand, “ji ber xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê, givaşeke zêde li ser me hebû ji bo yekgirtinê, lewra pêngava me ya ewil piştevanîkirina xwepêşandanan e û paşê jî vegerandina kesên ku ji karê partiyê dûr ketine.”

Li aliyekî din Endamê Komîteya Yekgirtina Komeleyan, Kako Eliyar ji Rûdawê re diyar kir, “îro bi fermî her du aliyên Komeleyê bûne yek û di rojên bê de dê biryar li ser organ û peykerê partiyê bê dan.”

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê sala 2007 ji Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê veqetiyabû û Omer Îlxanîzade serkreterê giştî yê wê partiyê bû.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights