DOZA DENÎZ POYRAZÊ: Daxwaza lêkolînkirina têkiliyên organîzekirî yên Onûr Gencerî qebûl nebûye

Divê hûn bixwînin

Bi daxwaza lêkolînkirina aliyê organîzekirî û rêxistinkirî yên qetlîama Denîz Poyrazê serlêdan hatibû kirin. Serlêdan nehatiye qebûlkirin.

Denîz Poyraz di encama êrişa li dijî Avahiya Bajarê Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) de hatibû qetilkirin. Turkan Arslan Agaç, parêzera malbata Denîz Poyrazê bi daxwaza “lêkolînkirina aliyên organîzekirî” yên Onûr Gencerî serlêdan kiribû. Serlêdan qebûl nebûye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Îzmîrê di biryara redkirinê de diyar kiriye û gotiye, “Delîlên di dosyeyê de bi têra xwe hatine komkirin, hewcedarî bi lêpirsîneke din nîne.

Parêzera dozê Turkan Aslan Agaçê jî bi lêv kiriye ku wê biryarê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û daye zanîn ku heke Dadgeha Destûra Bingehîn jî di mijara lêpirsîna bi bandor de biryara binpêkirinê nede wê biryarê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)

Çi bûbû?

Kesekî bi navê Onûr Gencer, di 17ê Hezîranê de bi çekê êrîşî avahiya HDPyê ya Îzmîrê. Di dema êrîşê de xebatkara partiyê, Denîz Poyraz kuştibû.

Gencer piştî êrîşê bi rojekê hatibû girtin. Gencerî di îfadeya xwe de gotibû, “Li hundir kî heba wê ew bikuştana.”

HDPyê di daxuyaniya xwe de gotibû, “wê rojê dê civînek li dar biketa lê ew hatiye taloqkirin.” Raya giştî bertek nîşanî kuştina Poyrazê dabû. Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê piştî êrîşê bi du rojan axivîbû. Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê Denîz Poyraz tohmet kiribû.

Di îdianameyê de hatiye gotin ku “Ti kesê ku alîkarî daye bersûc, pê dabe kirin, beriya bûyerê, di dema bûyerê an jî piştî bûyerê de nehatiye dîtin û delîlên ku bersûc beriya bûyerê yan jî piştî bûyerê bi ti rêxistineke terorîstî an jî endamekî re têkiliyê deyne, nehatiye dîtin.”

Di lêkolîna HTSê de hatiye diyarkirin ku di navbera 17ê Hezîrana 2020an û 17ê Hezîrana 2021an de li Bûlvara Helbestvan Eşrefî, di dîrokên cuda de bi giştî 115 sînyalên aîdî bersûc hatine tespîtkirin.  

Di beşa encamê ya îddianameyê de ji bo kujer Onûr Gencerî di sê sûcên cûda de yên weke “kuştina plankirî”, “binpêkirina parêzbendiya cîhê kar” û “zerar dayîna kel û pelên partiyên siyasî ango saziyên pîşeyî” ceza hatiye xwestin.

(RT/AY) BİANET

Verified by MonsterInsights