Ana SayfaGIŞTÎDosyeyên parêzbendiyê yên 19 parlamenterên HDP û DBPê şandine meclîsê

Dosyeyên parêzbendiyê yên 19 parlamenterên HDP û DBPê şandine meclîsê

23 dosyeyên parêzbendiyê yên derbarê 18 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û yek jî yê Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) de ji bo Serokatiya Meclisê hatine şandin.

Ji HDPê ji bo Dersîm Dag, Sidik Taş û Necdet Îpekyuz 2 dosye, ji bo Mûazzez Orhan Işik, Semra Guzel, Îmam Taşçier, Abdullah Koç, Berdan Ozturk, Dîrayet Taşdemîr, Omer Ocalan, Mûrat Çepnî, Alîcan Onlu, Meral Daniş Beştaş, Habîp Eksîk, Ajokar Ayşe, Ebrû Gunay, Feleknas Ûca û Nûran Îmîrê her yekî dosyeyek û Salîha Aydenîz, Parlamentera DBPyê ya Amedê 2 dosyeyê parêzbendiyê şandine meclîsê.

Bi armanca parêzbendiya wan were rakirin derbarê 19 parlamenterên HDP û DBPyê de fezleke şandine parlamentoyê. Her weha fezlekeyên parlamenteran ji bo Komîsyona Hevbeşa Edaletê ya Dadgeha Destûra Bingehîn re hatine şandin.(RT/AY) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights