Ana SayfaSIYASETDi Doza Girtina HDPyê de Dadgeha Destûrî delîlên nû pejirandine

Di Doza Girtina HDPyê de Dadgeha Destûrî delîlên nû pejirandine

Dadgeha Destûrî delîlên ku Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahînî li dosyeya girtina HDPyê zêde kiriye, pejirandine.

Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrî, delîlên ku Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind li dosyeya girtina Partiya Demokrakîk a Gelan (HDP) zêde kiriye, pejirandine.  

Di nava van delîlan de fezlekeya derbarê Parlamentera HDPyê ya Amedê, Semra Guzelê jî de heye ku parêzbendiya wê hatibû rakirin û parlamenteriya wê betal bûbû. 

Dadgeha Destûrî di daxuyaniya xwe de gotiye: “Biryar hatiye standin ku zanyariyên nû yên derbarê hin kesên di dosyeya Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ya ji bo Partiya Demokratîk a Gelan amade kiriye û tê de dixwaze qedexe li ser wan hebe, bigihînin rayedar û partiyên û ger li derbarê vê mijarê de gotinên wan hebin, bila di nava 30 rojan de ragihînin.” 

Rayedarên HDPyê ji Ajansa Mezopotamyayê re gotine, hîna ti tiştek nehatiye ber destê wan û ti zanyariyeke wan derbarê van dokumanan de nîne. (TY/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights