Ana SayfaGIŞTÎDI 2020'AN DE 2 HEZAR Û 427 KARKER BÛN QURBAN

DI 2020’AN DE 2 HEZAR Û 427 KARKER BÛN QURBAN

Li gorî raporên ÎSÎG’ê di Kanûna 2020’an de 356 karker bûn qurbana kar. Di 2020’an de 2 hezar û 427 karker û di 8 salên dawî de jî bi giştî 14 hezar û 913 karker bûn qurbana kar. 

Li gorî dane û raporên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) di sala 2020’an de 2 hezar û 427 karker bûn qûrbana kar. Di sala 2019’an de 1736 karker, di sala 2018’an de 1923, di sala 2017’an de 2006, di sala 2016’an de 1970, di sala 2015’an de 1730, di sala 2014’an de 1886, di sala 2013’an de jî 1235 karker di qezayên kar de bûn qurbana kar. Di 8 salên dawî de jî bi giştî 14 hezar û 913 karker bûn qurbana kar. 

Di sala 2020’an de li gorî mehan hêjmara karkerên bûn qurbana kar wiha ye: “Di meha çile de herî kêm 114 karker, di meha sibatê de herî kêm 132 karker, di Adarê de herî kêm 113 karker, di Nîsanê de herî kêm 223 karker, di Gulanê de herî kêm 166 karker, di Hezîranê de herî kêm 190 karker, di Tîrmehê de herî kêm 164 karker, di tebaxê de herî kêm 218 karker, di îlonê de herî kêm 211 karker, di cotmehê de heri kêm 232 karker, di mijdarê de herî kêm 308 û di kanûnê de jî herî kêm 356 karker bûn qurbana kar. 

48 KARKER JI SÛRIYE BÛN

Di sala 2020’an de ji karkerên bûn qurbana qezayên kar 101 jê penaber bûn. Di nava kakerên ku di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan 48 karker ji Sûriye, 28 karker ji Afganistanê, 5 karker ji Turkmenistanê û 4 karker jî ji Gurcistan û Ozbekistanê bûn. Li gorî welatan hêjmara karkeran wiha ye: Ji Azerbaycan 2 karker, ji Îranê 2 karker, ji Rusya jî 2 karker ji Ukraynali 2 karker, ji Bulgaristanê 1 karker, ji Iraqê 1 karker, ji Nepallî 1 karker û ji Pakistanê jî 1 karker mirin. 

Li gi gorî rapora ÎSÎG’ê ji 2 hezar û 427 karkeran 2279 karker jê mêr, 148 karker jin û 68 karker jî zarok in. 

Li gorî rapor û lêkolîna ÎSÎG’ê piştî vîrûsa Covît-19 belav bûn hêjmara karkerên di qezayên kar de mirin ji sedî 30 zêde bûn û herî kêm 741 karker ji ber Covid-19 mirin.

Yurtsever Sosyalist İşçi – Tüm sayıların PDF’leri aşağıdadır

Sayı-1

Sayı-2

Sayı-3

Sayı-4

Sayı-5

Sayı-6

Sayı-7

Sayı-8

Sayı-9

Sayı-10

Sayı-11

Sayı-12

Sayı-13

Sayı-14

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights