Ana SayfaMEZOPOTAMYA YA SOSYALÎSTDerhênerê Fîlmên Serbixwe û Jidil: Hiner Saleem

Derhênerê Fîlmên Serbixwe û Jidil: Hiner Saleem

Nivîs: Rûmet Onur Kaya

Mezopotamya ya Sosyalîst, Hejmar 12, Pûşper 2022

Derhêner, senarist, wênesaz û nivîskarê navdar ê kurd Hiner Saleem yek ji sînemagerên herî serketî yên Sînemaya Kurdî ye ku bi fîlmên xwe yên wekî “Dol”, “Kilomètre Zéro”, “Vodka Lemon” û “Warê Min ê Îsota Şêrîn” ve tê naskirin.

Saleem, fîlmên xwe bi Kurdî û Fransî kişandine û di herikîna fîlmên wî de mijarên netewî, newekhevîya zayendê û çînî sereke ne, li ser rewş û mercên civakî disekine. Fîlmên wî ji çîrokên resen, serbixwe, jidil, û balkêş pêk tên.

Sînemagerê navdar ê kurd Hiner Saleem di 9’ê Adara 1964’ê li bajarê Akrê yê Kurdistana Iraqê hatiye dinê, di 17 saliya xwe de koçber bûye. Saleem ji riya Sûrî çûye li Îtalyayê û piştre jî li Parîsa Frensayê bi cih bûye. Derhênerê kurd, li bajarê Mîlanoyê di beşa Polîtîk de xwendiye û li bajarê Parîsê weke derhêner, nîgarkêş û nivîskar jiyana xwe didomînî.

Hiner Saleem, şert û mercên Kurdên başurê ku di dema Şerê Kendavê yê Yekemîn de, bi veşarî weke fîlm kişandiye ku dîmenên vî fîlmê li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê hatî nîşandan. Di sala 1997’ê de bi Yekem fîlmê xwe yê bi navê “Vive la mariée… et la libération du Kurdistan” re derket li pêşberî temaşevanên sînemayê ku di nava fîlmê de lîstikvanê navdar ê tirk û dostê derhênerê nemir ê kurd Yilmaz Guneyî, Tuncel Kurtîz jî cih girtibû. Li dû vî fîlmê, fîlmên wî yên “Passeurs de rêves” (Beyond Our Dreams, 1999) û “Vodka Lemon” (2003) hatin.  Fîlmê “Vodka Lemon” li bernameya gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn û li Festîvala Fîlman a Venedîkê xelata San Marcoyê girt. Vodka Lemon, behsa çîroka jiyanên Kurdên Êzîdî û Ermenî yên ku li Ermenîstanê dijîn dike, salên ku piştî hilweşîna Sovyetan radixe ber çavan. Hunermendê nemir ê muzîka kurdî yê Yekîtiya Sovyetan Egîdê Cimo jî di fîlmê de lîstibû û bi bilûra xwe (bi strana Lawikê Metînî/Lê lê Dayîkê) reng dabû li fîlmê.

Herwiha Saleem, di 2005’ê de ji aliyê Wezîrê Çandê yê Frensayê Renaud Donnedieu de Vabres ve bi nîşana “Chevalier des Arts et Letters”ê hate rûmetyar kirin. Pirtûka wî ya “Le fusil de mon père” (My Father’s Rifle: A Childhood in Kurdistan / Tifinga Bavê Min, 2004) ku ji bîranînên derhênerê pêk tê, ji bo zimanên Îngîlîzî, Yewnanî, Tirkî, Tamilî û 40 zimanên din hate wergerandin. Saleem, di sala 2005’ê de bi fîlmê xwe yê “Kilomètre Zéro” re derket li pêşberî sînemahezan ku ev fîlm, qala rêwîtiya du leşkerên kurd û ereb ên Artêşa Iraqê dike, atmosfera wê demê nîşan dide û tê de lîstikvanên navdar ên Nazmî Kirik, Belçîm Bîlgîn jî lîstin. Fîlm, di heman demê de yekem fîlm e ku ji Iraqê bo Festîvala Fîlman a Cannesê weke berendam hatiye nîşandan û ji bo xelata Palmîyeya Zêrîn (Xelata Mezin) ketibû pêşbaziyê.

Di 2006’ê de fîlmê “Sous les toits de Paris”, û di sala 2007’ê de fîlmê wî yê “Dol”ê li sînemayan ketin vîzyonê. “Dol” li ser çîrok û rastîhevhatîna sê kurdên ku her yek ji parçeyên din ên welêt hatine, disekine ku qala rûyê sînoran û evîneke xembar dike. Di navbera lîstikvanên fîlmê de; Nazmî Kirik, Belçîm Bîlgîn, Rojîn, Omer Chawshin, Tarik Akreyî cih girtibûn, muzîkên fîlmê balkêş in û di sehneya dawetê de hunermendê mezin ê kurd Ciwan Haco jî lîstibû.

Fîlmê “Warê Min ê Îsota Şêrîn” (My Sweet Pepper Land, 2013) yê Hiner Saleemî, ji aliyê çîrok û mijarê ve wekî fîlmên din ên derhênerê girîng bû ku bi kamera xwe û bi zimanê sînemayê atmosfereke bandorker û resen afirandibû. Mirov di fîlmê de rengên çar zaravayên zimanê Kurdî yên herî zêde tên axaftin dibîne. Lîstikvanên sînemayê yên navdar ên wekî Golshifteh Farahani, Aslan Korkmaz, Sûat Ûsta di fîlmê de cih girtibûn.

Govend, mamosteyeke muzîkê ya dilpak û jidil e ku dixwaze mamostetî bike, lê malbata wî li dijî vê yekê derdikeve. Baran jî fermandarekî dawmend û xweywicdan e ku li dijî xeletî û xirabiyan tevdigere. Rastîhevhatina wan dibe destpêkeke nû û xweş, hin tişt ji ber hewl û kedên wan diguherin.

Hilm û rengên xwezayê, dengê avên robarê û piran, siyên sînor û jiyanê qor bi qor xwe didin der. Serlîstikvanên filmê yên “Govend” û “Baran”; dengê qîrîna qencayî, xweşikahî û rastînê temsîl dikin. Û tê de çavên dilê evîneke jidil şîn tê û rengê bihara xwe tîne. “Warê Min ê Îsota Şêrîn”; weke çîrok, mijar û pevxistinê fîlmekî resen û jidil e; êş, şadî, hêvî û bêrîkirinên ên jiyanê nîşan dide ku di hiş û bîrên temaşevanên sînemayê de asoyên nû kûr dike… “Warê Min ê Îsota Şêrîn”; li xwezaya jiyanê, bi peyv û newayên ên zimanê rastînê û wijdanê diaxive, û dengê rengên dilê wê dibe ronahî û wekî biharê vedibe…

Warê Min ê Îsota Şêrîn, di beşa Nêrîneke Cuda ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de hatî nîşandayîn, û li Xelatên Fîlman ên Asya-Pasîfîkê jî ji bo Xelata Biserketinê bûbû berendam.

Fîlmê “Dar Elbise” (Cilê Teng / Tight Dress, 2016) çîroka jiyan û têkoşîna du jinên ciwan tîne ber ekrana sînemayê, hewl û kedên wan nîşan dide ku tê de lîstikvanên navdar ên wekî wekî Tuba Buyukustun, Véronique Wüthrich, Hazar Erguçlu, Caner Cîndorûk, Înanç Konukçu jî dilîzin. Di fîlmê “Qui a tué Lady Winsley ?” (2019) de, nivîskarê navdar ê Amerîkayî Lady Wisley li Bûyûkadaya Stenbolê tê kuştin û dedektîvekî bûyera kuştinê vedikole û hin nepenîyên dîrokî jî derdikevin holê. Lîstikvanên navdar ên Ezgî Mola, Mehmet Kurtuluş, Şenay Gurler, Arin Kuşaksîzoglu, Mesût Akusta, Ahmet Uz di fîlmê de cih girtibûn.

Fîlmê herî dawî yê Hiner Saleemî, “Goodnight Soldier” (Şevbaş Pêşmerge, 2020) e û fragmana wî di meha Rêbendana vê salê de hatibû weşandin. Mijara fîlmê li ser çîroka evîna du ciwanên kurd (Zînê û Avdal) e ku malbatên wan xwîniyê hev in. Fîlm, bi hevbeşiya Frensa-Herêma Kurdistanê û bi Kurdîya Behdînî hate kişandin. Galyar Nerway û Dilîn Doger di fîlmê de weke serlîstikvan dilîzin. Fîlm, di sala 2020’ê de li 73’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de hatiba nîşandayîn, lê belê ji ber pandemîya koronayê, bernameya Festîvala Cannesê hate bi paş de xistin. Wê demê nîşandan û dîroka vîzyonê ya fîlmê jî wekî gelek fîlman hatibû bi paş de xistin.

(10.04.2022)

Fîlmên din ên Hiner Saleemî:

Absolitude (2001), Fîlmê Televîzyonê

Les Toits de Paris (Beneath the Rooftops of Paris, 2007)

Si tu meurs, je te tue (2011)

Çavkanî:

“Kürt Sineması” (Sînemaya Kurdî), Amadekar û Nivîskar: Mizgîn Mujde Arslan. Weşanên Agora (Çapa duyem, 2017), Rûpel: 215, 241.

“Devletsiz Bir Ulusun Sineması” (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet), Soner Sert. Weşanên Dipnot (2019), Rûpel: 125.

https://rumetmed.blogspot.com/2019/01/ware-min-e-isota-serin-denge-qirina.html

https://ku.wikipedia.org/wiki/Huner_Sel%C3%AEm

https://en.wikipedia.org/wiki/Huner_Saleem

https://www.imdb.com/name/nm0757954/

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights