Ana SayfaGIŞTÎDEMÎRTAŞ: DERIYÊ ME DÊ JI HEVGIRTINÊN BIPRENSÎP RE VEKIRÎ BE

DEMÎRTAŞ: DERIYÊ ME DÊ JI HEVGIRTINÊN BIPRENSÎP RE VEKIRÎ BE

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş di peyama xwe ya derbarê encamên referandûmê de got, “Em ê sekna xwe ya biprensîp biparêzin û deriyê me dê ji hevgirtinên bi prensîp re vekirî be”.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş derbarê encamên referandûmê de mesajek ji Girtîgeha Edirneyê şand.

Demîrtaş ê ku got “Ez wê nirxandinê şaş û bitalûke dibînim ku civatê weke kesên gotine erê û yên gotine na bi awayê du kampên cuda dibîne” û ev peyam da, “Di demên pêş de di faktora hevbeş a demokrasiyê de dibe ku hevgirtinên nû derkevin holê”.

“Nirxandina bi awayê kesên gotine Erê û yên gotine Na bitalûke ye”

Beşek ji mesaja Demîrtaş wiha ye:

“Ez kêfxweş im ku piştî referandûma di 16ê Nîsanê de çêbûye hêviya azadî û aştiyê xurtir bûye. Ez wê nirxandinê şaş û bitalûke dibînim ku civatê weke kesên gotine erê û yên gotine na bi awayê du kampên cuda dibîne. Bi taybetî nêrîna ku girseya dengdêrên ku gotine Erê weke diberê demokrasiyê yan jî dijminê demokrasiyê dibîne ji derveyî korbûna siyasî û kêmxistina gel pê ve ne tiştekî din e.

“Dibe ku hevgirtinên nû derkevin holê”

“Divê herkes bi zanibe be ku di demên pêş de di faktora hevbeş a demokrasiyê de dibe hevgirtinên nû derkevin holê. Saziya siyasetê neçare ku deriyê xwe ji vê re ve veke. Weke ku her car tê gotin, di siyasetê de 24 saet bixwe jî demeke dirê e. Heta 2019ê wê di gelek parametreyên siyasî de guhertin bibin.

“Em ê sekna xwe ya biprensîp biparêzin û ji bo çareseriyên demokratîk deriyê me dê ji hevgirtinên bi prensîp re vekirî be. Lê ji bo 2019ê ji niha de nîqaşên spekulatîf yên li ser navan ne rast in. Tiştê rast ew e ku ne navan lê belê prensîban nîqaş bikin.” (BK/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights