Ana SayfaGIŞTΓDAXUYANIYA KONFERANSA ÇEPÊN KURDISTANΔ

“DAXUYANIYA KONFERANSA ÇEPÊN KURDISTANΔ

Di pêvajoya peroka koronayê de jî siyaseta dewletên dagirkerî di alîyê Îran û Tirkîye yê li hember Kurdistan ê berdewame.

Herdû dewlet dixwazin di Başûr û Rojavayê Kurdistanê  de di alîyên siyaseta kurdan da nakokî û aloziyan zêde bikin.

Li ser vê pêvajoyê 7  partî yên çep û Komunîst ji raya giştîyê re daxuyaniya hevbeş dan.

Daxuyaniya Konferansa Çepên Kurdistanî

Di demekê de, ku civaka mirovayetiyê rastî kirizeka tendirustî ya mezin dibe, rojane bi hezaran hevwelatî tuşî vayrosê  koronayê dibin ûcanê xwe ji dest didin, mirovayetî bo parastina jiyanê dixebite û Neteweyên Hevgirtî dixwaze zimanê gefan bi dawî were û rêka aştiyê bo çareseriya pirsgirêkan were bi kar anin, lê rejîma dagîrkera Turkiyee berdewamiyê dide êrişên xwe li ser Herêma Kurdistanê. Bi balafirên xwe yên leşkerî deverên sinorî û kempa Mexmur muşekbaran dike. Ji encamên êrişên hanê gelek kes şehîd û birîndar bûne.

Bi heman şêwe rejîma dagîrkera îranê ji bona têkdana tenahiya Heremê dixabite, her roj mafên mirov binpê dike û hemu roj hevwelatiyên kurd sêdar3e didebdiebitînan daye ji boytêkdana tenahya herêmê u rujane mafên mirovan binpê dike u hevwelatiyên kurd dide sêdaran.

Hev dem digel wan, aloziyên siyasî u şerê medyayî yê rastexwe u ne rastexwe di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanî herku diçe zêde dıbe. Eger pêşiya wê nehête girtin, metirsiyên mezin tê çaverê kirin. Helbet  eve ji rêkê zêdetir xweş dike bo destêwerdanên welatên dagirker ji bona pitir binpêkirina mafên rewayên gelê me. Ji bilî metirsiyên DAİŞê û berdewamiya milmilaneyê Amerîka û Îranê û destêwerdanên herêmî û navnetewî di Suriyê de, dagirkirina Efrînê û hin deverên din yên Kurdistana Rojava û topbarankirina Girêspî û Serêkaniyê û dizîn û talankirina malê xelkê me li kurdistana Rojava ji aliyê dardestên dewleta Tirkiyê ve.

Em weke partiyên çep û komunistên Kurdistanî li Korbendê Çepên Kurdistanî, êrîşên Tirkiyê û ajawegêriya Îranê li ser Başurê Kurdistanê riswa û şermizar dikin. Li gor nêrîna me berengar bûna pilan u siyaseta qirêj ya dewletên dagirkerên Kurdistanê, li niha û paşerojê pêwisatiya me bi hebûna stratejiyeka hev beş heye, daku biryarên siyasî yên Kurdistanê durî destêwerdanên biyanî û bi awayekê serbixwe yên parastî bin. Rê nehête dan nakokiyên hizbî zalbibine ser babetên serekî yên tevgera azadîxwaza Kurdistanî li her çar beşên Kurdistanê.

Bi evan nirxandinan û hestkirin bi berpirsayetiyê niştîmanî, bo parastina rewşa Herêma Kurdistanê û parastina têkeliyên di  nevbera hemu hezên Kurdistanî, ji hêzên Kurdistanî diwwazin bi rêka diyelogê kêşên xwe çareser bikin, hemu şiyanên xwe bêxine tevger ji bo rizgarkirina  gelê me li evê rewşa herî dijwar de.

Partiyên çep u komouistên beşdar di Korbendê Çepên Kurdistanî de

Partıya Komunista Kurdistan-KKP (Bakur)

Partıya Komunista  Kurdistan (Rojava)

Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK (Bakur)

Komela Zehmetkêşên Kurdistan (Rojhelat)

Bizava Dîmokratî ya Gelê Kurdistan (Başur)

Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê (Başur)

Hizba Şuî ya Kurdistan

19 Avrîl 2020

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights