Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊDadwerîya Îranê Cezayê Zindanê li 400 Xwepêşanderan Dibire

Dadwerîya Îranê Cezayê Zindanê li 400 Xwepêşanderan Dibire

Malpera Mizan Online, ku nêzî sîstema dadwerî ya Komara Îslamî ye, ev agahî ji zarê serokê Dezgeha Dadwerî ya Tehranê Elî Elxasî-Mehr ragihand.

“Di darizandina dosyayên serhilderan de li eyaleta Tehranê, 160 kes ji 5 sal heta 10 sal, 80 kes ji 2 heta 5 sal û 160 kes jî heta du sal hatine cezakirin,” Mehr got.

Komara Îslamî piştî darvekirina 2 xwepêşenderan di qada navneteweyî de rastî pirtir nerazîbûn û şermezarkirinan tê.

Mecîd Riza Rahnavard do Duşemê û Mûhsîn Şekarî Pencşema borî hatibûn derve kirin ku her du jî 23 salî bûn.

Her du jî bi tawan dijmintîya dijî Xwedê, qanûna şerîata Komara Îslamî ya Îranê hatin sêdare kirin.

Komên mafên mirovan dibêjin ku xwenîşander bi awayekî nerewa têne darizandin û cezayên giran li wan tê birîn.

Berevankarên mafên mirovan herwih bal dikşînin ser dozên sexte ku di mahkûmkirina xwenîşandran de tên karanîn.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights