Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊDadgeheke Tirk Cara bi Qanûna Dezenformasyonê Biryara Girtina Rojnamevanekî Da

Dadgeheke Tirk Cara bi Qanûna Dezenformasyonê Biryara Girtina Rojnamevanekî Da

Aygul roja Sêşemê li ser Twîtîrê gotibû ku bûyera destdirêjîya keçeke 14 salî li bajarokê Tetwanê ya Bedlîsê heye û berguman polîs û leşker in.

Wî dû re di rêze twîtan de gotibû qaymaqamê Tetwanê ji wî re gotiye ku ew îdia ne rast e. Aygul, ku serokê Rêxistina Rojnamevanên Bedlîsê ye, dû re ew nûçe paşve kişandibû û ji bîragiştî lêborîn xwestibû ku wî bê ku karbidestan piştrast bike, ew îdia belav kiriye.

Piştî wê twîtê, hêzên ewlekarîyê avêtin ser mala Aygul û legerîn pêk anîn û dû re bi îdiaya “kîndarî û dijmintî di nav gel belav dike” ew desteser kir. Dadgeha Tatwanê roja Çarşemê bi heman sedemê biryara girtina wî da.

Aygun ji dadeghê re gotibû ku piştî ku ew bi karbidestan re peyîvî, twîta pêşî jl bir û ti armanca wî ya tawankarî tunebû.

Dîyar Orak, parêzerê Aygul ji Dengê Amerîka re nerazîbûna xwe nîşan da û got ku jiber parvekirina twitekê yan jî çêkirina nûçeyekê girtina rojnamevanekî ne normal e.

“Aygul li gor qanûna nû hat girtin, lê ev bîryareke xelet e. Aygul wê herî zêde bi 3 salan were ceza kirin. Li gor vê rewşê jî bîryara zîndankirina Sînan nehiqûqî ye.”

Hêjayî gotinê ye ku li meclîsa Tirkîyê di meha Hezîranê de derheqê karên ragihandinê de qanûnek nû hatibû derxistin û ew zagon do nava bîragiştî de wek ‘qanûna dezenformasyonê” tê zanîn. Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) bi derxistina vê qanûnê dîyar kiribû ku ewê pêşîya nûçeyên nerast û xelet yên bi mebest bigirin.

Lê, Orak vê qanûnê bi tundî rexne dike û dibêje ku karê rojnamevanan e ku tiştên ku tê bihistin biken nûçe û bi bîragiştî re parve bikin.

“Li ser bûyera destdirêjîya keçekê jî hin tişt hatinbûn guhê Sînan û wî jî bi lezginî da ku ser bûyerê neyê girtin. Bêguman divê rojnamevan xwe bigîne agahîyên rast, lê ne pêkan e ku sedî sed agahîyan dest bixe,” Orak got.

Li gor rapora Komîteya Parastina Rajnamevanan (CPJ) li Tirkîyê piştî hewildana derbeyê ya 2016’an ber bi asteke xirab ve diçe. CPJ bal dikşîne ser rewşa rojnamevanên Kurd ku îsal 25 rojnamevan hatine zîndan kirin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights