Ana SayfaKURDISTANDadgeha Bilind a Tirkiyê cezaya Adnan Selçûk Mizrakli hilweşand

Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezaya Adnan Selçûk Mizrakli hilweşand

Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezaya Hevşaredarê jikardûrxistî yê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli hilweşand.

Dadgeha Diyarbekirê bi tohmeta endamtiya PKKê neh sal û çar meh û 15 roj cezaya zindanîkirinê dabû Adnan Selçûk Mizrakli û Dadgeha Herêmî ya Diyarbekirê jî ev ceza berî du salan pesend kiribû.

Hat ragihandin Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara Dadgeha Diyarbekirê hilweşandiye. Parêzerên Mizrakliyî xwestin ku mûwekilê wî were azadkirin, lê dadgehê ev daxwaz red kir.

Hevşaredarê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli di 19ê Tebaxê ya sala 2019ê de ji kar hatibû dûrxistin li şûna wî qeyûm hatibû danîn. Mizraklî piştî jikardûrxistinê, roja 22’ê Cotmeha 2019an hatibû zîndanîkirin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights