Ana SayfaSIYASETHin xalên rêziknameya civîn û meşên xwenîşandanê guherîne

Hin xalên rêziknameya civîn û meşên xwenîşandanê guherîne

Wezareta Karûbarên Navxweyî hin guhertin di “Rêziknameya Derbarê Bicihkirina Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanê” de kirine.

Gotina ku dibêje “divê jiyana rojane ya welatiyan zêde nexe tengasiyê” a paragrafa sêyem a xala yekem a rêziknameyê ya derbarê “diyarkirina cihên civînan û rêya meşên xwenîşandanê” de hatiye guhertin. Li gorî vê guhertinê ew gotin bûye, “divê jiyana rojane ya welatiyan zêde û bi rengekî deradetî nexe tengasiyê”.

Her weha gotina ku digot “û divê jiyana rojane ya welatiyan nexe tengasiyê” ya benda ‘ç-yê betal kirine.

Piştî ku Beşa 10an a Encûmena Dewletê di 2020ê de dabû, ev guhertin pêk hatin.

Partiya Rizgariya Gelî (HKP) ji bo xalên 3, 4, 5, 8, 9 û 10ê yên rêziknameyê betal bibin serî li Beşa 10an a Encûmena Dewletê dabû. Lê Encûmenê bi tenê gotina “Divê jiyana rojane ya welatiyan nexe tengasiyê” betal kiribû. (HA/FD) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights