Derhênerê fîlmên resen û serbixwe: Şewket Emîn Korkî

Divê hûn bixwînin

Rumet Onur KAYA / Hemû nivîsên ê nivîskar      

Derhêner, senarist û çêkerê navdar ê kurd Şewket Emîn Korkî (Shawkat Amin Korkî) yek ji derhênerên herî serketî yên Sînemaya Kurdî ye ku fîlmên xwe bi giştî bi zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî kişandine, û li seranserê cîhanê bi fîlmên xwe yên wekî; “Bîranînên Li Ser Kevirî”, “Kick Off”ê tê naskirin.

Di fîlmên Korkîyî de; mijarên netewî, newekhevîya zayendê, çînî bi awayekî sereke xwe didin der, û derhêner, di herikîna fîlmên xwe yên derasayî de; çîrokên bindest, xizan û kedkarên gelê xwe nîşan dide.

Sînemagerê biserketî Şewket Emîn Korkî, di sala 1973’yê de li bajarê Zaxoyê yê Kurdistana Iraqê hate dinê û li gel malbata xwe terkî welêt kirin. Di zarokatiya wî de eleqeya wî bi şanoyê destpê kiriye û çi pirtûkên li ser sînemayê ku bikevin berdestê wî dixwîne. Di 1997’ê de bi yekem kurtefîlmê xwe yê bi navê “Balonên Firî” (Balloons fly) dest bi kişandina kurtefîlman dike û piştî salekê jî kurtefîlmê wî yê “Daricheh” (Trap Door, 1998) tê kişandin. Beşdarî xebatên atolyeyê û semîneran dibe, Korkî piştî 24 salan ango di sala 1999’ê de ji sirgûnê vedigere li welêt û ji bo Kurdistan TV’yê hin fîlman dikîşine.

Di salên 2000’an de jî projeyên kurtefîlmên wî yên din; “Dema Baran Bêt” (When it Rains, 2000), “Bazgeh” (Passage, 2002), “Gef” (Threat, 2003) tên. Şewket Emîn Korkî, di sala 2006’ê de bi yekem metraj dirêj ê xwe yê bi navê “Parinawa la ghobar” (Crossing the Dust) re derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê û bi vî fîlmê ji bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat digire. Korkî di vî fîlmê de him çêker, him jî derhêner û senarîst bû. Di sala 2002’yê de 1’emîn Festîvala Kurtefîlman a Hewlêrê bi alîkariya wî hate li darxistin.

Di 2009’ê de fîlmê wî yê nû “Kick Of Kirkuk”ê tê ku fîlm qala jiyan û hewlên Kurdên ku piştî şerê malên wan hilweşiyane û li stadyûma Kurdistana Iraqê kombûne dike. Fîlm, bi piştgiriya Fonê ya Festîvala Fîlman a Tokyoyê hatibû kişandin ku li ser trajediya Kurdan disekine. “Kick Of Kirkuk” beşdarî li bernameya gelek festîvalên fîlman dibe û ji gelek festîvalan xelat girtine.

Di 2014’ê de fîlmê “Bîranînên Li Ser Kevirî” (Memories On Stone) yê derhênerê hoste Şewket Emîn Korkîyî dikeve vîzyonê û bandoreke mezin li temaşavanan dike. Fîlm bi afîşa fîlmê “Rê/Yol” yê derhênerê mezin ê kurd Yilmaz Guneyî destpê dike û tê de em çîroka du hevalên zarokatî dibînin ku dixwazin piştî ketina Seddam Hiseyînî, fîlmekî li ser 1988 Komkujiya Enfalê bikişînin.

Piştî sala 2003’yê Kurdên Başûrê, li Iraqê mafên xwe yên makeqanûnî wergirtine û di vê pevajoyê de du hevalên zarokatî yên Hisên û Alan ji bo projeya fîlmê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê fonek digirin û ji bo fîlmê xwe, dest bi hilbijartina lîstikvanan dikin. Fîlmekî di nava fîlmekî de ye ku di herikîna wî de şert û mercên civakî, û zehmetiyên fîlm kişandinê dide der, û derhêner li ser diyardeya sînorê, mijarên newekhevîya zayendê û xizaniyê disekine. Di fîlmê “Bîranînên Li Ser Kevirî” de lîstikvanên navdar ên kurd ên wekî Hisên Hasan, Shima Molaeî, Nazmî Kirik, Sûat Ûsta, Alan Rianî cih girtibûn ku bi estetîka belgefîlmê û bi awayekî rastîbîn hatibû kişandin. Fîlm, ji Iraqê ji bo Xelata Fîlmê Herî Serketî yê Navneteweyî ya 88’emîn Xelatên Akademiyê (Oscar) weke berendam hatiye hilbijartin û Festîvalên Fîlman ên Abû Dhabî, Duhok, Stenbol, Antalya, Cines del Sur Granada, Cinedays Ûskûp û Xelatên Asya-Pasîfîk ên Ekranê jî tê de ne, ji gelek festîvalên fîlman xelat girtibûn.

Bandorên derhêner û lîstikvanê navdar ê kurd Yilmaz Guneyî li ser Sînemaya Kurdî û derhênerên Kurdan gelek û xuya ne. Şewket Emîn Korkî di Berfanbara 2021’ê de beşdarî li bernameya Taveheyvê ya Televîzyona Waarê bûbû û derbarê derhênerê nemir Yilmaz Guneyî de fikr û ramanên xwe anibû zimên û gotibû; “Tesîra wî bêşik ser me hemîyan heye û Sînemaya Kurdî bi Yilmaz Guney re despê kir bo me hemîyan.”

Derhênerê navdar Şewket Emîn Korkî, herî dawî fîlmê xwe yê “Ezmûn” (The Exam, 2021) kişand û fîlmê wî yê nû, li ser çîroka jiyana xwendekara ciwan Rojînê ye ku ji bo ezmûna zanînegehê dixebite û bi gotina bavê wê, ger wê di ezmûnê de biserkeve ew ê bibe azad, ger bisernekeve ew ê bizewice. Mijara fîlmê, rewş û mercên jin û keçan nîşan dide ku rengê serweriya mêran û civakê radixe ber çavan.

Pêvajoya festîvalan a fîlmê didome ku fîlmê “Ezmûn” heta niha ji Festîvalên Fîlman ên Karlovy Vary, Mons, Qahîre, Santa Barbara, Victoriayê, Tiranayê di gelek waran de xelat girtin. Ezmûn, bi beşdariya derhêner û lîstikvanên fîlmê, dê di dîroka 16’ê Avrêlê de di beşa Festîvalên Cîhanê ya 41’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de bê nîşandayîn.

Çavkanî:

“Kürt Sineması” (Sînemaya Kurdî), Mizgîn Mujde Arslan. Weşanên Agora (Çapa duyemîn, 2017), Rûpel: Xİİ

“Devletsiz Bir Ulusun Sineması” (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet), Soner Sert. Weşanên Dipnot (2019), Rûpel: 152

https://iffr.com/en/persons/shawkat-amin-korki

http://www.tiburonfilmfestival.com/contactInfo?contact_id=15368

https://www.kviff.com/en/programme/film/29/7444-kick-off

https://www.trigon-film.org/en/directors/Shawkat_Amin_Korki

https://tr.wikipedia.org/wiki/%C5%9Eevket_Emin_Korki

https://www.imdb.com/name/nm2704726/,

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Verified by MonsterInsights