Ana SayfaGIŞTÎBİ WÊNE…ÇEKDAREKE DAIŞÊ GOREKE Bİ KOMÎ Jİ PÊŞMERGE RE AŞKERA DİKE

Bİ WÊNE…ÇEKDAREKE DAIŞÊ GOREKE Bİ KOMÎ Jİ PÊŞMERGE RE AŞKERA DİKE

Çekdareke rêxistina tund a DAIŞê goreke bi kom ji Pêşmerge re aşkera dike.

Malpera K24ê belav kir, çekdareke DAIŞê li sînorê Germesêr ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hate girtin, ku cîhê goreke komî aşkera kir.

Wî çekdarê DAIŞê, ji Pêşmerge re ragehandiye ku ew gora komî de meyîtê wan Pêşmergeyan tê de ye ku di şerê Gulale (Celewla) de şehîd ketibûn û DAIŞê ew di goreke komî de veşartibûn.

Ew gora komî dikeve rojavayê bajarokê Seidiyê ya li sînorê parêzgeha Diyalayê û îro 02.04.2017ê serê sibê, hêzeke Pêşmerge bi hemahengiya tîmên taybet ve çûn cîhê wê gora komî ku meyîtên wan şehîdên Pêşmerge derbixin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights