Ana SayfaGIŞTÎABORÎBi Nizimtirbûna Nirxê Lîreya Sûrî Krîza Aborî Hîn Kûrtir Dibe

Bi Nizimtirbûna Nirxê Lîreya Sûrî Krîza Aborî Hîn Kûrtir Dibe

Ev nizimbûn ku yek dolarê Amerîkî êdî sînorê 6 hezar lîreyan şikandiye, bandora xwe li ser liv û tevgera bazaran li seranserê Sûrîyê hiştiye û kanîna derkirînê pir lawaz bûye.

Li bajarê Helebê, ku weke navenda aborî tê zanîn, bazirgan ji rewşê bêzar in û ditirsin ku ger wiha bidome ewê karê xwe bisekinînin.

Karsaz Ehmed Remedan dibêje ku nirxê her dolarekê 6200 lîre derbaz kiriye loma kar nîvçe maye. “Li cem min 30 karker dixebitin, lê ger rewş wiha bimîne karê me wê bi temamî bisekine”.

Nirxê dirava Sûrî ji destpêka şer vir ve dadikeve û di 2011an de 1 dolara Amerîkî 50 lîreyên Sûrî dikir.

Li gor aborîzanan rêjeya enflasyonê ji % 12 hezar zêdetir e û anku buhabûn bi 120 qatan çêbûye û li hember wê mûçe tenê 3 qat zêde bûne.

Aborîzan Çeleng Omer bal dikşîne ku du alîyên nizimbûna nirxê lîreyê hene.

“Yek girêdayî zêdebûna daxwaza li ser dolar e, çimkî xezîneya Banka Navendî vala ye û hikûmet nikane xwe fînansê bike. Du: zêdebûna pêşandana lîre ye çimkî hikûmet pereyan bê nixumandin çap dike ku fînansa budceyê bike”.

Omer herwiha bal dikşîne ser sedemên derveyî ji vê krîza aborîya Sûrî. “Her du alîgirên rejîma Sûrî: Îran û Rûsya bixwe di nava rewşeke aborî ya teng de ne, loma nikanin weke berê piştgirîya Şamê bikin.”

Omer, derheqa siberoja vê kirîzê ne geşbîn e û wê yekê bi hikûmeta Sûrî ve girêdide.

“Hikûmeta Sûrî nikane ti sîyaseta aborî yan darayî bi cîh bîne, herwiha jiber Toleyên Sîzer (Caesar Act) li ser Sûrîyê û derketina jêderên aborî yên li bakur û rojhilata Sûrîyê ji destê Şamê, çareserî zehmet e. Bingeha çareserîyê îro rêketina Rêvebirîya Xweser û hikûmetê ye.”

Hêjayî gotinê ye ku Neteweyên Yekbûyî dîyar kiribû ku pêdivîya nêzî 14 mîlyon kes li Sûrîyê bi alîkarîyan heye û % 90 gel di bin xeta xizanîyê de dijîn.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights