Ana SayfaGIŞTÎBAYDEMIR: ME MALA CEMÊ ÇÊNEKIRA DÊ LAÎKBÛNA TIRKIYÊ ZIRAR BIDÎTA

BAYDEMIR: ME MALA CEMÊ ÇÊNEKIRA DÊ LAÎKBÛNA TIRKIYÊ ZIRAR BIDÎTA

 

Berdevkê HDPê û parlamentarê bajarê Rihayê Osman Baydemir ku şaredarê berê yê Amedê bû, bersiv da lêpirsîna ku parlamentoya Tirkiyê ji bo avakirina mala Cemê li Amedê li ser wî amade kiriye.

Baydemir li ser fezlekeya ku parlamenê li ser wî amade kiriye got, ‘Ger me avahîya Cemê ava nekira, dê rêgeza laîkbûnê zirar bidîta.’

‘BI AVAKIRINA MIZGEFT, DÊR Û MALA CEMÊ SERBILIND IM’

Osman Baydemir di hevpeyvîna rojnameya Evrenselê de bal kişand ser ku ew bi çêkirina mizgeftan, mala Cemê û kilîseyan serbilind e û wiha domand: “Eger me mala Cemê ava nekira, dê rêgeza laîkbûnê zirar bidîta. Eger me Mizgefta Ehmedê Xanî, Kilîseya Surp Giragos û mala Cemê jî di çarçoveya xebatên xwe yên şaredarîyê de çênekira, dê wê demê rêgeza laîkbûnê zirar bidîta.”

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights