Ana SayfaKURDISTAN‘BARZANÎ FERMAN DA KU TU KESÎ EFÛ NEKÎN’

‘BARZANÎ FERMAN DA KU TU KESÎ EFÛ NEKÎN’

Serokê Desteya Destpakî ya Herêma Kurdistanê Hakim Ehmed Enwer dibêje, “gendelî li Kurdistanê hawarê dike, dosyayên cîdî hene û Barzanî jî em ji lêpirsîn û dadgehkirina gendelkaran spartin û got, destê xwe ji ti kesî neparêzin.”

 

Serokê Desteya Destpakî ya Herêma Kurdistanê Hakim Ehmed Enwer ji Rûdawê re ragihand; “Serokê Herêma Kurdistanê di mijara cîbicîkirina fermana tekoşîna li dijî gendeliyê de ji me xwest ku bêyî ti pile, paye û erk li ber çav bigrin, ew kesên navê wan di gendeliyan de heye bên dadgehkirin û lêpirsîn ligel wan de bê kirin.”

 

Biryare roja 16ê Çileyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel Komîstona Rûbirûbûna Gendeliyê bicivin.

 

Komîsyona Rûbirûbûna Gendeliyê derbarê dadgehkirina wan kesên ku dosyaya wan a gendeliyê heye û derbarê wan de pêdaçûn hatiye kirin, dê biyarê bide.

 

Herwiha 3 komîsyonên çaksaziyê jî hatine pêkanîn da ku dosyayên Wezareta Pêşmerge, derman, erdû zeviyan bişopîne.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê 50 dosyayên nû yên gendeliyê ji aliyê komîsyonê ve gihiştiye ber destê dadgehê. Di nav van dosyayan de 4 dosyayên Duhokê, dosyayek li Hewlêrê di nava Wezareta Rewşenbîrî de û herwiha dosyayek jî li Fermangeha Elektrîkê ya Silêmaniyê jî heye.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights