Ana SayfaÇAND HUNERAP: Di Muşekên ku Tirkîyê Dijî Sûrîyê Dixebitîne de Parçeyên Ewrupî Hene

AP: Di Muşekên ku Tirkîyê Dijî Sûrîyê Dixebitîne de Parçeyên Ewrupî Hene

Conflict Armament Research, ku bingeha wê li Londonê ye, da zanîn ku pisorpên wê di navbera Îlona 2021 û Hezîrana 2022 de lêkolîna paşmayên 17 muşekên ji-esmên-ber-bi-jêr kirine ku di êrîşên ser bakurê rojhilata Sûrîyê hatine xebitandin.

“Analîza parçeyên ji paşmayên heyî nîşan da ku muşek ji alîyê kompanîya sîlahan ya Tirk, Roketsan ve hatine çêkirin.”

CAR da zanîn ku di muşekên analîzkirî de parçeyên ji kompanîyên Amerîkî, Çînî û Ewrupî jî hene ku di nava wan de frenên (breyk) magnetîk yên gelek dişibin berhemên şîrketa Kendrion NV ya Hollandî jî hene.

“Nûnerên kompanîya Kendrion ji pisporên me re got ku wan di sala 2018an de li hev kiribû ku 20-25 hezar fren bifiroşin kompanîya Tirkî ya bi navê FEMSAN, ku gotibû ku armanca karanîna wê alavên tahlîlkirina xwînê yên li nava ambulansan in.”

Rêvebirîn Kendrion da zanîn ku piştî ku ew hatine agahdar kirin ku breykên wan bi armanca leşkerî tên xebitandin, wan peywnedîya xwe ya bazirganî bi wê kompanîya Tirkî qut kiriye.

Raporta CAR dîyar nekir ku firoşkerên parçeyên ku di muşeken de hatine xebitandin ti zagonên navnetewî binpê kirine, lê raportê bal kişand ku Yekîtîya Ewupa di sala 2011ê de girêdayî Sûrîyê ambargoya çelan danabû, lê Tirkîye bi xwe ti car nebûbû armanca toleyan.

Ajansa AP dîyar kir ku kompanîya FEMSAN bersîva wê ya daxwaza şîroveyekê neda û nûnerên Roketsan jî nehatin bi destxistin ku ser raportê daxuyanîyekê bidin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîye pir caran êrîşên li dijî herêmên bin kontrola Rêvebirîya Xweser ya bakur û rojhilata Sûrîyê dike ku piranîya rûniştvanên wê herêmê Kurd in.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights