Ana SayfaGIŞTÎAKPÊ TEZMÎNATA QIDEMÊ YA KARKERAN DIXWAZE NEQLA FON BIKE!

AKPÊ TEZMÎNATA QIDEMÊ YA KARKERAN DIXWAZE NEQLA FON BIKE!

Demeke dirêje desthilatdarî ya AKPê dixwest ku Tezmînata Qidem ya Karker neqil bike fon a bi navê “Sîstema Jikarketin/Teqawidî ya Temamkirinê”. (tamamlayıcı Emeklilik Sistemi) Ev armanca ji bo  desthilatdariyê ne nû ye.  Û kengî dixîne rojevê rûbera bertegekê mezin ji Sendîka û karkeran dibine û bêçare şunda gav davêje. AKPê îro bi sedema Covît-19ê ku qeyran a aborî  giran dibe ji nû ve hanî rojevê.

Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskar

Desthilatdariya AKPê ji bo ku kêmayiya budçeyê temam bike bi kiryar a “Fon a Tezmînat ya Qidem” çav berdane keda karkeran. Ji bo ku Dewlet kêmayî ya budçe ya xwe qapat bike dixwaze dest bide ser danehevê karkeran.

Jixwe di “Bernama Aborî ya Nû” de Wezîrê Xezîne û Darayî yê Berat Albayrak, kêm zêde berî 7 mehan gotibû “Kêmayî ya budçe ya Tirkiyê 60-65 mîlyar Lîrayê Tirkîyê ye û ezê kêmayî ya budçeyê daxim sifirê”. Balkêşe ku meziniya Tezmînat a Qidem ya karkeran jî bi tevahî teqrîben 65 mîlyar Lîraya Tirkiyê ye. Berat beg dixwaze çawa kêmayî ya Budçeyê daxîne sifir vaye vekiriye.

Dewlet ji bo ku dest bide ser danehevên karkeran, bi navê “Fonê Xanî Peyda Kirin” û “Fonê Paşerojî”  dû(2) fon ava kiribûn. Û mixabin heta îro çiqas diraf di van Fonan de hate kom kirin û ji bo çi an jî ji kûderê bikaranîne hin jî ne diyare. Mîna van fonan aqûbeta “Fona Tezmînat a Qidem jî ne diyare.

Ji Tirkiyê gengeşî li ser diristkirin a Tezmînat a Qidem bi salane berdewame, belê ev meseleyan dane hev ên nêzî 15-20 mîlyon karkeran e. Ji bo ku pasta mezine desthilatdarî ya AKPê dixwaze mafên karkeran yên sereke Tezmînat a Qidem dewr a Fon bike.

Tezmînata Qidem çiye? Heger karker bê heq li ser xebatê derxin an jî karker bi xwe bi sedemên mafên xwe ji kar de veqetin, ji bo her sal 30 roj muçeyê birut bi dest dixin belê Tezmînat a Qidem ew e.

Heger karker di rewşa ku bi destê karsazan de û bê maf di xebatî da bin avêtin ew demê karin tezmînata Qidema xwe bîstînin.  Ango di sîstema îro de karsaz heger karkeran di kar de bavêjin yên bê çare, tazminat a karkeran bidin.

Dervayi vê de ancax karkerên mêr biçin leşkeriyê an jî bi sedema ka mafê xwe yê ji kar de veqetin û ji bo jinan yên bizewicîn hwd ev karin Tezmînata xwe bistînin

Sistema desthilatdarî ya AKPê ku dixwaze pêk bîne heger karker di kar de bêne avêtin tezmînata vanan nên dayîn. Balkêşe ku karker danehevên xwe yên bi salan ew jî ancax nîviyê wî an bi kêmî 15 salan şunda an jî cara yekem ji xwe ra xanî bikirin dikarin bigirin. Ji bo tevahiya danehevên karkeran an 56 salan şunda an jî bibin teqawit ên ancax bêne dayîn

Ji ber vê ji bo karkeran, di rewşa nexweşiyê an jî ji xebatê bêne avêtin de ev xudana enî ya karkeran temînata vana ne. Paşeroj a zarokan e. Û bi taybetî jî dema kû teqawit bûn wek siparteke ke ji bo xaniyeke ji xwe ra bikirin. Va ye AKP çav berdaye Tezmînat a karkeran ku ji holê rake.

Sendîka û karker ji kolanan dibêjin “dest dirêjiya tezmînat a qidem berdên”!

Deshilatdariyê AKPê çawa ku cardin guhartin a qanûn a Tezmînata Qidem raya giştîre parvakir hema sendîkayên DÎSK û Tirk-Îş banga karkeran kirin û 81 bajaran derketin kolana

bi diruşme yên, “destê ku direjê qidem dibin bên şikestin”, “ em xesb a mafên qidem napejîrînin”, “qet şinda gav navêjin” hwd bi van dîrûşman li kolanan di herîkên.

Belê ji bo karker û kedkaran ên girîng ew e, li dijî kapîtalîzmê û desthilatdariya wê de bibin yek û xeta têkoşîn a hevpar saz bikin. Heger karker bibin yek sendîkayên vanan bê çare ên bi karkeran ra bimeşîn.

Tirk-Îş û DÎSK jî baş dizane kû karker îro li dijî sermeyadaran bi hêrs û xezeb tije bûne. Lê belê ketine neqeba tirs û xezebê. Mixabin tirs, xîzanî û perîşanî yê xwedî dike. Ji bo wê sedemê burjûva jî ji bo ku ji her fersendê sûd bistîne û di nav karkeran de tirsê mezin, belav û kûr dike. Belê karker jî baş dizanin ku sûda tirsê ji ecel ra tinneye. Ger siyaset a komunîst jî ji rojeke pêş da dinav karkeran de piştevaniyê, rêxistinbuyînê û têkoşîne mezin bike.

02.07.2020

Tüm sayıların PDF formatı için aşağıdaki bağlantılara tıklayın

Sayı-1

Sayı-2

Sayı-3

Sayı-4

Sayı-5

Sayı-6

Sayı-7

Sayı-8

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights