Ana SayfaJIYANADAR E DEW LI DAR E! HÊDÎ DEM HATIYE BIHAR E!

ADAR E DEW LI DAR E! HÊDÎ DEM HATIYE BIHAR E!

Abuzer Bali Han -Lêkolîner- / Hemû nivîsên ê nivîskar

GULDEXWÎN (ŞİLÊR)

KULÎLKA KURDISTAN

Li dinê bi hezaran kulîlk (gul) hene. Her yek bi teybetmendiyên xwe têne nasîn. Çawa ku dema behsa “lale” tê kirini, wê demê navê “Holand” têye bîra mirov. Lê welatê “lale”yê ne Holand e. Welatê wê Anatolî û Mezopotamya ye. Dema behsa Îranê bêye kirinî “gul”, di Kurdî de navê gulê “kulîlk” e. Meksîka bi “kaktûs”, nîvgireva Îberyayê bi “nergisan”, Kafkasya bi “kulîlka berfê” û Kurdistan jî bi “guldexwînan” têye nasîn.

Kulîlka di dilê Kurdan de, di nav hezaran kulîlk de ya ber bi çav bê guman guldexwîn(şilêr) e. Di nav Kurdan de, li zozan û çiyayên Kurdistanê yên bilind de ciyekî vê kulîlkê teybetî heye. Bi Latiniya xwe navê guldexwînê “Fritillaria Kurdica” an jî “Fritillaria Imperialis”, yanê “kulîlka Kurd” e. Elman vê gulê re dibêjin “Umgedrehte Tulpe”. Ew kulîlk di zimanê Fransizî de “tulipe”, Îtalyanî “tulipano”, Îspanyolî wek “tulipan” bi kar tê. Tirk jî bi çendek navan wê nav dikin û jê re dibêjin “ters lale, boynu bükük lale, ağlayan gelin”. Di vê wateya Tirkî de, li hin ciyan Kurdistan vê gulê re dibêjin “gula stûxwar”. Lê cih bi cih di nav Kurdan de, ji bo guldexwînê (şilêr) gotinên dîn jî hene. Wek navên “gulale, alale, helale, guldexun, şile” jî ew kulîlk têye bi nav kirin. Ciyê ew kulîlka lê bûyî, li cihanê cara yekem li Şemdînan û li devera Hakkariyê hatiye dîtin. Ji bo vê jî pir kes jê re dibêjin “Laleya Şemdînan -Şemzînan-” an jî  “Laleya Hakkariyê-Laleya Çolemergê-“. Gotina “lâle” ji zimanê Farisî derbasî zimanên dîn bûye. Di zimanê Kurdî de “lâle”ya Farisî bi “a”ya kurt wek “lale” tê gotin û bi kar tê.Li pir ciyan Kurd bi laleyê re dibêjin: “gulsor, gulzer, gulspî”. Gelên Îranî ji bo vê gulê her çiqas dibêjin “lâle”, lê ji bo guldexwînê dibêjin gula “Kerbela”. Ji ber ku ew laleya bi navê guldexwîn wek bûyera Kerbela ya leşkerên Yezît li dijî Hz. Husên û ehlî beyt kirin, ew gul di nav gulan de xwîn digîre! Ji bo vê jî Aceman navê wê kirine “Kerbela”. Hemî kulîlk bi mirov re dikenin. Ewna şahî, kêfxweşiyê û bextewariyê temsîl dikin. Bes di nav gulan de guldexwîn hem dikene û hem jî bi dilop dilop digîre. Ji ber van sedeman pir caran, li pir ciyan ew bi navên cuda cuda têye bi nav kirin.

Mînak: Kulîlka xwîn digîre, kulîlka digîre, kulîlka Kurdan, kulîlka Şemdînan, kulîlka Hakkarî, laleya kejan, laleya dernexwîn, laleya erdê meyzî dike, laleya digîre, bûka digîre, kulîlka xemgîniyê, tacê şah, laleya qral, qîza zozanan, laleya çiyayê bînboxa, bûka Çiyayê Zagros ûhw. navên dîn… Kulîlkek dîn bi ewqas navan li cîhanê têye bi nav kirin nîn e!..

Di meha Avrîlê de, li paytextê Elmanyê, di parkek gelerî de, min ew gula Kurdistan carek dîn dît. Ez ketim nav miteleyan. Gelo ew gula bes li Kurdistanê şîn dibe, çawa bûye, ku ew hatiyê Ewrûpa? Çawa ew kulîlka bi rengên sor û zer, tirincî û bi pelikên  xwe yên kesk, dema mirov dibîne, ew tesirek neyîniya xemgîniyê û bi dilkeseran mirovan ber bi xwe dikişîne! Min guldexwîn çi mixabin li Kurdistanê nedîtiye. Çiyayên Meletyê bi gulsor û gulzeran hatine xemilandin. Lê min di zaroktiya xwe de ew kulîlka nedît. Ez li welat rastî wê kulîlkê nebûm. Lê min dizanî ew kulîlka li cîhanê bi navê “kulîlka Kurd” têye nasîn. Tirk pir li ber xwe didin, wê bikin gula Tirkan. Lê cîhan guldexwînê bi navê “Fritillaria Kurdica-gula Kurd-” dinase.

Dema min ew kulîlk li Ewrûpa dît, wê tesîrek xemgînî li ser min jî peyda kir. Çil sal ji welatê xwe dûr bûyîn, ji xwe ew agir ber dilê mirov dide. Dil ji wê diperite lîme lîme dibe. Bi ew hesreta niştîman, min dest avêt makîneya xwe ya wênekêş û çendek dîmenên ew guldexwînên sor û zer di nav bexçeyê Berlînê yê gelerî de kişandin. Min gazî ew gula xemgîn ya li ber xwe meyzî dike kir û min jê re wusa got:

Ey şaha kulîlkan, ji bo çi tu wusa  hustîxwar e?

Ma tu bi derd û keserên Kurdan ewqas neçar e?

Ew çi hal e, bi derd û keseran, tu ewqas dinale,

Belav bûye li cîhan, çavên te dîsa li Kurdistan!..

Bi xemgîniya işqa dilê xwetu bûye gula cîhan!

Ey sertaca çiyayên Kurdan, tu ezîza ber dilan!

Navê te datînim, dikim “Kulîlka Kurdistan”!..

Gula Kurdistan-Guldexwîn

Ey gula Kurdistan, carek veger rengên xwe biner,

Tu bi ew rengên kesk, sor û zer, wek ala gewher!

Stûyê xwe xwar neke, berjor carekê  banî mêzîke!

Hêdî tu ne hustîxwar e, biken, tu gula bermiraze!..

Wargehê “Gula Kurdistan” (kulîlka Kurd, guldexwîn, şilêr) Çiyayên Cîlo yên li herêma Hakkariyê (Çolamerg) û herêma Şemdînan (Şemzinan) e. Lê belê derdorên Kurdistan li Geverê (Yüksekova), Çelê (Çukurca), Şirnak, Qilaban (Uludere), Basa  (Güçlükonak), Cezire Botan, Elk (Beytuşşebap), Girîgê Amo (Silopi) û Hezex (Îdîl), herêma Behdînan, Hewlêr, Semsûr, Meraş, Avşîn, Qamîşlo, heya Senendec û Mahabadê, ew di meha Adar, Avrîl û Gulanê de şîn dibe. Wusa tê xuya kirin ku mirov li pir ciyên welat rastî ew kulîlka efsûn tê. Ew kulîlk ji her cihî û hewayî hez nake. Dema cihê diçe jî, reng û şikla xwe li gora wî cihê nû diguhêre.

HIN TEYBETMENDIYÊN GULDEXWÎNÊ EW IN

Di destpêkê de ew kulîlk bes li Kurdistanê hebûye. Lê îro li hemî cîhanê hatiye belav kirin. Kurd bi vê kulîlkê re dibêjin “guldexwîn”, yanê “kulîlka xwîn digîre”! Gelo çawa dibe ku kulîlkek xwîn digîre? Hemî kulîlk berjor meyzî dikin. Bes guldexwîn berjêr dinêre û her dem stûyê wê xwar e. Ji bo vê jî, ava di hundirê wê de peyda dibe, wek hêstirên çavan dibare. Ji bo ew teybetmendiya vê kulîlkê, jê re gotine “gula xwîn digîrî, guldexwîn”. Lê navê wê li başurê welat kirine gula “şilêr”.

Guldexîn ji bilindahiyê gelek hez dike. Ew riwekek (nebat)  li paş berfê, di demsala sar de şîn dibe. Cihê ew lê şîn dibe, zozan û çiyayên bilindahiya xwe 1400 heya 3500 metro ye. Mezinahiya guldexwînê 60 santîm heya 120 santîmandirêj dibe. Li ser koka guldexwînê 3 heya 8 kulîlkên serê xwe xarkirî yên bi rengekî wek hev û du hene. Rengê gulexwînê betir sor e. Lê rengên sorgewez, tirincî û zer jî hene. Her çiqas navê vê kulîlkê bi navê “lale” têye bi navkirin jî, lê şikla we sedesed ne wek lale ye. Şikla wê di navbeynê lale û gulê de ye.

Guldexwîn her çiqas ew di bin lijney parastina resmî ya çand û hebûnên siruşta de be jî, ew bi rêyên dizî ji welat têye der. Ew li sranserê Tirkiyê têye belav kirin û heya wê dibin welatên Ewrûpayê.Li wir jî li hemî cîhanê têye belev kirin. Li Ewrûpa hin ciyan bi guldexwînê re “kulîlka qral” an jî “laleya qral, laleya împarator” jî têye gotin.  

Hilberana (îhtîhsal) guldexwînan di salên dawî de bûye rêya qezenca gelek malbetên Kurd. Guldexwîn di karanîna bizîjkiyê de, di çêkirina derman û kozmetîk de gelek bi kar têye. Di nav bexçeyan de, bi xemilandinan kulîlkên ji hev cuda û bi renga reng de, cihekî guldexwînan teybetî girîng heye. Ji bo van sedeman jî, girîngiya pîvaza guldexwîne û tovên wê her ku roj diçin, bi nirxek mezin, ew hêjatir dibe. Bi kurtahî girîngiya guldexwînan ya aborî (tîcarî) di salên dawî de zêdetir bûye.

zeviya bexçê guldexwînan

Hilberena guldexwînan bi tov dibe. Koka xwe cinsek pîvaz e. Dema ew mezin bû, dawî de çîçek vedike û tov digire. Ew tov jî wek pîvaz tê çandin. Çi mixabin li navçeya Çolemergê çandina guldexwînan ji aliyê dewletê ve hin caran tê qedexe kirin. Gel jî guldexwînên heyî bi pîvazê ve ji erdê hildikin û dizî difiroşin. Bi vê rê dewlet dixwazê dawî li hebûna guldexwînên çiya û zozanên Çolemergê bînin. Heçku Yekîtiya Netewan ji bo gelê navçeyê proje amade kirye û pere dayîn dewleta Tirk e, ku dewlet jî piştgiriya gundiyan bike! Lê çi mixabin dewlet jî dixwaze gelê navçeyê birçî bihêle û ji wir bide barkirin û bişîn metrepolên Tirkiyê… Ji wir jî bi destê çeteyên dizî derxînin dervayî Tirkiye! Ew dixwazin bi rêyek wusa Kurdan li cîhanê belav bikin…   

Di salên dawî de, bi rêyên dizî guldexwîn bi pîvazan ve têne hilkirin û bi qamyonan têne firotin. Ew metot jî dawî li hebûna ew kulîlka xweşik tîne. Ew kulîlka ji Kurdistanê çûyî Holandeyê, Holande ji xwe re kirye welatekî nû. Bi teknîka keştukal ew baştirîn tên çandin û rakirin. Ji bo vê jî dewleta Holandeyê bi tonan kîloya pîvazên guldexwînan difiroşin pir welatên cîhanê.

Di salên dawî de, lêkolînên zanistî li ser guldexwînan pêk tên. Tê gotin ku îro li cîhanê 167 çeşîtên guldexwînan hene. Zanist ewqas pêşketiye ku ji kulîlkekê çendek çeşîtên cuda cuda  têne çêkirin. Rewşa guldexwînê jî wusa bûye. Di destpêkê de li Kurdistanê ji çar-pênç çeşîtan, îro ewqas çeşîtên guldexwînan hatine afirandin. Di Zanîngeha Aksarayê beşê Biyolojiyê de Doç. Dr. M. Tekşen û Zanîngeha Gazî de Prof. Dr. Z. Aytaç û ji aliyê TÜBİTAKê ve (saziya lêkolînên zanistî li Tirkiyê) li ser kulîlka guldexwînê (şilêr)  lêkolîn hatine çêkirin. Li seranserê Tirkiyê û Kurdistanê qasî 43 çeşidên kulîlka guldexwînê hatine tesbît kirin. Ji van 43 çeşîtan 2 çeît guldexwînên nû ne. Ew jî li rojavayê Anatolyê li Bajarê Muxlayê hatine dîtin. Tov û pîvazên kulîlka guldexwînan dema ji Kurdistanê dibin welatên dîn, di şînbûna wan de li gor erd û hewa guhartin çêdibin. Bi van guhartinan navên nû jî, ji bu guldexwînan tên gotin. Bi ew du çeşîtên nû yên li herêma  Muxlayê hatin dîtin re “laleya Muxleyê, guldexwîna Muxlayê” tê gotin.

Cara yekemîn e, ku gotarek wusa dirêj li ser guldexwînê bi zimanê Kurdî têye nivisîn. Ez hêvîdarim, ku zanyarên Kurd yên li ser riwêkan kar dikin, bêtir guldexwînê jî bidin nasandin. Çend riwêk, ajal û tiştên li cîhanê bi navê Kurd û Kurdistanê têne nasîn, heke Kurd lê baştirîn xwedî dernekevin, dizên çandan yê wana ji destê Kurdan bigirin!

Ji bo hêviya rojên azad û aşitî bimînin di nav xêr û xweşiyê de!    

Çavkanî:

Wêne û nivîsên ji arşîva A. Balî

Yüksekova-haber

Sasonun sesi

hakkarim.net

Britannica Lexikon, Kopenhag, 1993

Ferhenga Kurdî Tirkî ya AnsîklopedîkA. Balî

Wikipedia- Fritillaria

Der Natur Pflanzen und Tiere, München, 1985

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights