Ana SayfaGIŞTÎMECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ: ŞERVANÊN ME TANKEKE ARTÊŞA TIRKIYEYÊ RUXAND

MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ: ŞERVANÊN ME TANKEKE ARTÊŞA TIRKIYEYÊ RUXAND

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tankeke Artêşa Tirkiyeyê li rojavayê Minbicê rûxand.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku êrîşên Artêşa Tirkiyeyê a dagirker û komên ASAyê yê Tirkiye piştigriya wan dike li ser rojavayê bajarê Minbicê berdewam dikin.
Li gorî dxuyaniya meclisê, ” Artêşa Tirkiyeyê û endamên ASAyê îro saetên sibehê de hewl daye ku bi tankekê gundê Boxazê yê li rojavayî Minbicê topbaran bike lê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ew tank ruxandiye.”

Herwiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin ku 7 endamên ASAyê li derdora gundê Boxaz hatin kuştin û cenazeyên wan li derdora gund in

Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku şer ji duh ve li rojavayê bajarê Minbicê dewam dike û 94 topên hawan û erdavêj li gundê Boxaz, Xalîde û Gorhiyok ketin.

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentegon) daxuyand ku leşkerên amerîkî li derdor û navenda Minbicê hatine bicihkirin.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights