ANASAYFAHAK İHLALLERİDi doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn

Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn

Di doza Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de ku 407 bersûc tên darizandin. Duh danişîna 15emîn a dozê pêk hat û biryarên navberê hatin eşkere kirin.

Pêr bi şev (1ê Nîsanê) di saet 23.00an de danişîna 14emîn bi dawî bûbû û parêzerên 73 bersûcan daxwaza tehliyeyê kiribûn. Duh (2yê Nîsanê, Pêncşem) danişînê berdewam kir û daxwazên hemû parêzeran hatin girtin.

Danişîn li salona bi hejmar 1 a li hemberî Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) danişîn pêk hat. Xizm û parêzerên 107 bersûcên girtî li salona dadgehê amade bûn.

Di danişînên ku roja Duşemê dest pê kirin û rojên Sêşem, Çarşem û Pêncşemê berdewam kirin de, parêzerên 107 girtiyan axivîn û daxwaza azadkirina wan kirin.

Ji bo 18 kesan biryara tehliyeyê hat dayîn

Şandeya dadgehê biryar da ku Sırrı Kuçuk, şofêrê Ozgur Karabat, karmendê Agaç A.Ş.yê Fatih Yagci, karsaz Ali Uner, karsaz Evren Şirolu, karsaz Ebubekir Akin, personelê İSPERê Davut Bildik, Sekretera Taybet a İBBê Kadriye Kasapoglu, Altan Erturk, Huseyin Yurttaş, Kadir Ozturk, şofêrê Murat Ongun, Mustafa Bostancı, Sabri Caner Kırca, şofêrê Kadriye Kasapoğlu, Baran Gonul, Mahir Gun, Esra Huri Bulduk, Şehide Zehra Keleş Yüksel, Başak Tatlı û Nazan Başelli bên berdan.

Ev biryar di salona dadgehê de bi dirûşma “Tirkiye bi te serbilind e” hat pêşwazîkirin. Danişîn dê roja Duşemê, 6ê Nîsanê berdewam bike.

(EMK/AY)

Çavkanî: bianet

AKTÜEL