Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Manîsaspor di hefteya 31emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat bi deh hezaran alîgirên Amedsporê li stadê cihê xwe girtin. Beriya maç dest pê bike li stadê stranên Kurdî û Tirkî lêxistin û alîgiran li ber stranan li govend gerandin, li çepikan dan û dirûşm berz kirin.
Di beşa ewil a maçê de her du tîman jî nekarî golê biavêjin û beşa ewil a maçê 0 û 0 bi dawî bû.
Daniel Moreno bi asîsta Dia Saba gol avêt
Di beşa duyemîn a maçê de Dia Saba di deqîqeya 81an de gol avêt û Amedspor 1 û 0 kete pêşiya Manîsasporê. Piştî golê Amedsporê bibandortir lîst û gelek pozîsyon dîtin. Hakemê maçê di di deqîqeya 76an de qertê sor da lîstikvanê Manîsasporê Alenîs Vargas û ji lîstikê derxist.
Dû re di encama lîstika bibandor Amedsporê di deqîqeya 94an de goleke din avêt. Şûta ku lîstikvanê Amedsporê Daniel Moreno kişandî bi lîstikvanê Manîsasporê Ada Îbîk ket bû gol. Amedspor 2 û 0 bi serket û di rêya şampiyontiyê de 3 pûanên gelek girîng bidestxist.
(AY)
Kaynak: bianet
