ANASAYFAKÜRDİSTANPlatforma Neteweyî ya Kurdan Deklarasyona Xwe Ya Siyasî Eşkere Kir

Platforma Neteweyî ya Kurdan Deklarasyona Xwe Ya Siyasî Eşkere Kir

Platforma Neteweyî ya Kurdan, deklerasyona xwe ya stratejîk a bi navê “Helwesta Siyasî û Modela Damezrandinê” ji raya giştî re ragihand. Platform bi daxwaza statu, ziman û modela rêveberiyeke nû derdikeve pêş.

Platforma Neteweyî ya Kurdan ku xebatên xwe li ser bingeha hiqûqa navneteweyî ava dike, armancên xwe yên sereke û modela xwe ya rêxistinî eşkere kirin. Di deklerasyona amadekirî de, parastina mafên neteweyî yên kolektîf û çareseriya aştiyane ya pirsê wekî xalên bingehîn hatin destnîşankirin.

Yek ji xalên herî girîng ên deklarasyonê, helwesta li dijî “wesayetê” ye. Platformê bi awayekî zelal ragihand:

“Em her hewldanek ji bo wesayetê, çi ji aliyê partiyên siyasî, tevgerên îdeolojîk an jî komên olî ve be, red dikin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku platform rêbazên çekdarî û tundiyê wekî amûrekî siyasî qebûl nake û dê xebatên xwe di çarçoveya qanûnî û demokratîk de bimeşîne.

Platforma Neteweyî ya Kurdan daxwazên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di van xalan de kom dike:

• Statu û Mafê Çarenivîsê: Naskirina mafê xwerêvebirinê û garantîkirina statuyeke demokratîk di destûrê de.

• Ziman û Perwerde: Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û fermîbûna Kurdî di qada giştî de.

• Mafên Çandî û Dîrokî: Vegerandina navên Kurdî yên cihan û eşkerekirina gorên kesayetên dîrokî yên Kurd.

• Temsîliyet û Aborî: Wekheviya di temsîliyeta siyasî de û parvekirina dadperwer a çavkaniyên aborî.

Platform bi modela xwe ya rêveberiyê jî balê dikşîne. Li şûna pergala “serokekî daîmî”, modela “Berdevkê Demkî” hatiye pejirandin:

• Dema wezîfeyê: Berdevk ji bo 6 meh an salekê tê hilbijartin.

• Sînorê wezîfeyê: Kesek nikare du caran li pey hev bibe berdevk.

• Struktura rêxistinî: Platform ji Civata Giştî (40 endam) û Komîteya Birêvebir (11 endam) pêk tê.

Platform amadekariya avakirina “Nûnertiya Neteweyî” dike. Armanc ew e ku bi saziyên navneteweyî yên wekî Neteweyên Yekbûyî (NY), Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê re têkiliyên dîplomatîk deyne û doza Kurd di qada cîhanî de bide naskirin.

/Çavkanî: Rûdaw/

Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel

AKTÜEL