EFRÎN – Piştî lihevkirina 29’ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, îro gava herî girîng a pratîkî hat avêtin. Heyeteke ji fermandarên Asayîşa Rojava û rayedarên Şamê pêk tê, ji bo vegera koçberan nîqaş bikin gihîştin bajarê Efrînê.
Hevdîtinên li ser ewlehiya vegerê
Di heyetê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Rojava, Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn), li gel Fermandarê Ewlekariya Hundirîn a Hesekê ya Şamê Merwan El Elî, Fermandarê Helebê Muhammed Abdulganî û fermandarê Asayîşa Helebê Suraka Amûrî cih digirin.
Tê payîn ku ev heyet bi rêveberiya heyî ya bajêr re bicive da ku mîkanîzmayên vegera bi ewle ya koçberan û misogerkirina jiyana wan nîqaş bike. Ev serdan weke pêngava destpêkê ya bicihanîna xala “vegera bi rûmet a penaberan” tê dîtin ku di peymana dawî de hatibû îmzekirin.
Di qonaxa yekem de 500 malbat
Li gorî agahiyên ku berê ji aliyê Platforma Civakî ya Efrînê û Meclîsa Koçberên Efrîn û Şehbayê ve hatibûn parvekirin:
• Di qonaxa destpêkê de derdora 400-500 malbat dê vegerin ser axa xwe.
• Koçberên ku niha li dibistan û mizgeftên bajarên wekî Qamişlo, Hesekê, Amûdê Dirbesiyê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê di bin mercên giran de dijîn, li benda encamên van hevdîtinan in.
Dîroka vegerê vê hefteyê diyar dibe
Çavkaniyên nûçeyan radigihînin ku piştî van civînên li Efrînê, tê payîn ku di nava vê heftiyê de dîroka fermî ya destpêkirina kerwanên vegerê ji bo raya giştî bê eşkerekirin.
/Çavkanî: ANHA/
Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel
