ANASAYFASİYASETŞandeya Îmraliyê li ser civîna bi Erdogan re daxuyanî da

Şandeya Îmraliyê li ser civîna bi Erdogan re daxuyanî da

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, têkildarî hevdîtina ku duh bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re kirin, daxuyaniyek dan.

Civîna ku nêzîkî saetekê dom kir û li Beştepeyê pêk hat. Cîgirê Serokê Giştî ê AKPê Efkan Ala û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalın jî beşdar bûn.

Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan bi dawî bû
11 Sibat 2026

Daxuyaniya şandeyê  weha ye:

“Wekî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê me bi Serokkomar birêz Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtineke girîng pêk anîn. Em bi birêz Serokkomar Erdogan re li ser bûyerên li herêma me, bandora van bûyeran li ser Tirkiyeyê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn.

Di hevdîtinê de îradeya hevpar a dewamkirina pêvajoyê ya bi biryardarî, careke din hat destnîşankirin. Hat ragihandin ku ji bo avêtina gavên cihê baweriyê û şênber ên li ser pêvajoyê pêwîstî pê heye ku TBMM, wezaretên pêwendîdar û saziyên cemaweriyê karên xwe zêde bikin. Di vê çarçoveyê de hate destnîşankirin ku girîng e Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Demokrasî û Biratiyê rapora xwe bi nêzîkatiyeke tevgir amade bike, di mijara demokratîkbûn û azadiyê de bingeheke qewîn pêşkêş bike. Hate destnîşankirin ku çarçoveya qanûnî ya ku hemû beşên civakê bihewîne û xwe bispêre paşeroja demokratîk a Tirkiyeyê bêyî derengketinê divê bi lihevkirina herî berfireh bê amadekirin.

Di demeke wiha de ku li siyaseta herêmî û navneteweyî bûyerên girîng diqewimin, ev hevdîtin pêk hat. Em baweriya xwe dubare dikin ku ev hevdîtin wê tevkariyê li jiyana bi hev re ya gelên Tirkiyeyê û herêmê ya di nava aştiyê de bike. Ji ber pêşwaziyê em spasiya birêz Serokkomar dikin.

(TY/AY)

Kaynak: bianet

GIŞTÎ