Kurdistan, welatê resen û dîrokî yê gelê Kurd e. Ev axa pîroz ji aliyê dewletên zalim, zilîmkar û dagirker ên cîhanê ve bi hovîtî hatiye dagîrkirin.
Dewletên ku xwe misilman didin nîşandan, bi rastî dijminên mirovahiyê û nirxên pîroz ên Îslamê ne; wan welatê me bi darê zorê û bi awayekî neqanûnî dagîrkirine.
Ew li hember gelê Kurd inkârê, komkujiyên sîstematîk û binpêkirinên hovane pêk tînin. Kiryarên ku tu dîn, îman û wijdanekî mirovî qebûl nake, bi hovane li ser gelê me tên sepandin. Dewletên dagirker, bi armanca ku gelê Kurd li ser rûyê erdê tu maf, statû û hebûnekê xwe nemîne, bi planên xerab, dijî aqil û dijî exlaq hevkarî dikin û di navbera xwe de peywendiyên xwe xurt dikin. Armanca wan a bingehîn ew e ku gelê Kurd were înkar kirin, were tune kirin û bi temamî ji dîrokê were jêbirin.
Ew qet naxwazin ku gelê Kurd li ser axa xwe ya dîrokî bi aştiyane, azad û bi rûmet bijî. Hebûn û destkeftinên gelê Kurd, ji bo wan gefeke mezin e li ser hebûna wan û berdewamiya desthilata wan. Li hember van hêzên zalim û xerab, tenê yek rê û çare heye: yekîtî û temsîla neteweyî ya Kurdan.
Gelê Kurd, heta ku li ser axa xwe ya pîroz statuyeke siyasî û qanûnî a navnetewî bi dest nexîne, ji bindestiyê û koletiya dirêj ne rizgar dibe. Bangawaziya me ji hemû partiyên siyasî yên Kurd re ye: Di vê qonaxa dîrokî ya girîng de, ku gelê me li hemû perçeyên Kurdistanê gihîştiye asta bilind a hişmendiya yekîtiya neteweyî, pêwîst e ku em bi lez û bez bicivin, yekîtiya neteweyî ya rastîn û statejîk ava bikin û temsîla neteweyî ya bi rûmet pêk bînin.
Bijî Kurdistana serbixwe!
*
/Serokê Giştî: PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan Hikmet Serbilind/
Nupel
