Ana SayfaNIVÎSKARÊNŞam Şekir e! Welat Şîrîntir e!..

Şam Şekir e! Welat Şîrîntir e!..

Nivîs: Abuzer Balî HAN*

ŞAM ŞEKIR E! WELAT ŞÎRÎNTIR E!..

JI DÎROKÊ DERS NEGIRTIN JI KURDAN RE BÛYÊ MIŞWER!

KURDAN HILWEŞÎNA SÊ DEWLETÊN KURD YÊN NÛJEN KU LI DU HEVÛDU TÊKÇÛYÎN JÎ DERS NEGIRTINE!

Heke ji dîrokê ders bihata girtinî, dîrok dubare nedibû! Çi mixabin me Kurdan ji dîrokê baş ders negirtiye! Me ders ji dîrokê bigirtiya heya îro dewletek me Kurdan jî yê pêk bihata!.. An jî dema em tê da dijîn de ji bo dewletek netewî hemî partî û saziyên Kurdan di bin bereyek netewî de yê bûbûna yek!.. Ji bo vê jî neyarên Kurdan ji bo Kurdan gotine:“Aqlê Kurdan paşê tê seriyê wan!..“

Di sedsalên dawî de di dîroka Kurdan de sê bûyerên girîng li dûv hevûdu qewimîn! Bûyera yekemîn Mîrê Botan Mîr Bedirxan Paşa (1802 – 1868) di dema xwe da dewletek bi hêz ava kirî bû ku hemî  dijminên wî bi artêşa wî ya xurt wana serê xwe li ber wî ditewandin! Bi navê xwe pere derxistin. Ew xwediyê topên mezin û çekên wê demê yên herî baş di dest leşkerên wî de bûn!  Êrîşên ordiya Osmaniyan di her êrîş kirina wan de têkdiçûn û direvîn! Artêşa Botanê ji ordiya Osmaniyan re bûyî bû tirs û xof!..

Mîr Bedirxan Paşa çi mixabin biraziyê xwe Êzdinşêr û bi Mîr Mihemed Paşayê Rewandûzê ra (1783- Rewandiz-1838-Derya Reş) navbeyna wan ne baş bû. Pir caran di navbeyna wan de şer pêk dihatin!.

Dîrokê de tê gotin ku:“ Di Osmaniyan de lîstik pir in!“ Osmaniyan wê demê di navbeynê sê dewletên Kurdan de şer derdixistin! Her ku diçû ordiyên sê dewletên Kurd jar û bêhal dibûn! Osmaniyan jî her ku diçû nakokiyên di navbeynê Kurdan de heyî zêdetir dikir. Dawî de ordiyên Kurdan hêza xwe ya xurt wenda kirin.  Dawî de şerê navbeynê Mîr Bedirxan Paşa û Osmaniyan de derketî de ordiya Mîr Bedirxan Paşa têkçû. Mîr Bedirxan Paşa ji aliyê paşayê Osmanî Mistefa Reşit Paşa ve dîl hate girtin! Duvre ordiyên Mîr Mihemed Paşayê Rewandûzê û Êzdîn Şêr jî têk çûn! Ew herdu jî wek Mîrê Botan, Mîr Bedirxan Paşa bûne dîlê (êsîr) Osmaniyan!.. Mîrên Kurdan, dîl hatin girtin şûnde bi raçevkeriya Mustafa Reşit Paşa, ew birin paytextê Dewleta Osmanî Stenbolê!..

Mîr Mihemed Paşayê Rewandûzê ji aliyê paşayê Osmanî ve bi lîstikên nepenî têye efû kirin. Ew bi keştiyê di ser Behra Reş de berê xwe dide Trabzonê! Paşê rêwîtiya wî ya Kurdistanê dest pêdike! Sîxurên dewleta Osmanî dema ew ji Trabzonê hinek dûrdikeve wî dikujin û (1838) binax dikin!.. Heya roja îro ne gora wî û ne jî çi wext hate kuştin, ew bûyer hîn ne diyar e!..

Serboriyên Mîr Bedirxan Paşa jî gelek dirêj û balkêşin. Dema sala1848 an de ew ji aliyê Mistefa Reşît Paşa va dîl hate girtin şûnda, wî dibin Stenbolê hizura Siltan Abdûlmecîd Paşa! Paşa ji Mîr Bedirxan Paşa dipirse:“Bedirxan! Çawa dibe ku tu li dijî Dewletê Ali Osman serê xwe radike?!. Bersiva xwe bi kurtahî bide min!“ Mîr Bedirxan Paşa, serê xwe datîne û dibêje:“ Siltanê min Abdülmecid Paşa! Dema xatayê min kirî, tu jî xetayek wûsa dubare bike, çi ferxa min û te heye?!.“ dibêje!..

Abdülmecid Paşa hinek difikire û gotina xwe wûsa berdewam dike:“ Min jî tu efû kirî. Ji ber ku te xetayê xwe serast kir! Ez  nakevim nav bûyeran, weku te xeta kiriye! Lê ezê te sirgûnî Gireva Girîtê bikim!“

Ew sirgûniya Bedirxan Paşa 12 salan didome! Dema 12 salan şûnda efû dibe, ew tê Stenbolê. Wê demê de dîsa Rojavayê Gireva Girîtê li navçeya Hanyayê raperinek destpedike. Paşayê Osmanî dîsa ji bo raperîn beye rawestin Bedirxan Paşa dişîne giravê. Raperîn sê salan de têye rawestandin! Mîr Bedirxan dîsa vedigere Stenbolê û diçe hizura paşayê Osmanî. Karê kirî bûyerek mezin bû. Paşa jê re dibêje:”Mir Bedirxan, bixwaze ji min tu çi dixwazî! Bes tiştek tenê heye ku bila ew ne di nav xwestekên te de bet! Mir Bedirxan Paşa dibêje:”Paşayê min! Ew xwesteka min nebû şûnda, ez tiştekî dîn jî ji te hêvî nakim!“ dibêje! Herduyan jî dizanî ku ew xwesteka Bedirxan Paşa „Mîrîtiya Kurdistan„ an jî „Qiraltiya Kurdistanê“ bû!..

Mîr Bedirxan Paşa, ji aliyê paşayê Osmanî ve nifta ji bo mêkanên pîroz hate xelat kirin û Bedirxan Paşa şandin bajarê Şamê!.. Heya mirina xwe di rih û canê wî de li Şamê, Botana Şîrîn ku parçeyek ji welatê wî di dilê wî de her dem hebû!.. Welatek dema azad nebe, gelê wî welatî jî her bindest dfimîne!.. Welatê Kurdistan her dem di dîrokê de bi şaşitiyên serokên xwe gelê Kurdistan tim bindest maye! Ma îro jî ne wûsa ye? Hemî serokên hêzên Kurdistanê bibin yek, wê demê ma Kurdistanek Azad li pêş me riya Kurdan dinêre!..

Li jor wek mînaka hatî dayînî, heke di dema xwe de sê mîrên Kurd şerê hevûdu nekirina û hêzên xwe bikirina yek, îro li cîhanê dewletek Kurdan xurt û nûjen yê hebûya!..

 Di rihê Kurdan de her dem welat ciyekî giring girtiye. Ew meteloka li jêr hatî gotin di nav Kurdan de tim wateyek xwe girîng heye. Ji bo vê ye ku Kurd dibêjin:“ ŞAM ŞEKIR E! WELAT ŞÎRÎNTIR E!..“

*Lêkolîner-Nivîskar

09.01.2025

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights