ANASAYFAİŞÇİ-EMEKCotkarê li dijî danîna trafo derket hat desteserkirin

Cotkarê li dijî danîna trafo derket hat desteserkirin

Li navçeya Xelîliyê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, cotkarê li dijî danîna trafoyê elektrîkê derket, ji aliyê cendirmeyan ve hat desteserkirin. Herwiha 4 cotkarên din jî hatin desteserkirin.

Li gundê Yeşilkoy ê Xelîliyê Saziya Elektrîkê DEDAŞê bi hinceta qaçax e, xwest trafoyê elektrîkê ku ji bo avdaniya dexlûdan dihat bikaranîn bibe.

Cotkarê xwediyê trafo li dijî birina trafoyê xwe derket û nerazîbûn nîşan da. Li ser aloziyan hêzên cendirmeyan 5 cotkar desteser kirin.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Mahmut Tanal li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoya desteserkirina cotkar parve kir û ragihand, mafê cendirmeyan nîne îşkencê li welatiyan bike.

Tanal got: “Mafê cendirmeyan nîne li welatiyan bide, gaza rondikrêj û ava şid bavêje û bi awayekî nebaş desteser bike. Divê demildest cotkar serbest bên berdan.”

Rudaw

GIŞTÎ