Li Izmîre saziyekî nû bi nave Komeleya Lêkolînên Çand, Wêje, Ziman û Dîroka Kurdan (Ked-Der) vebû.
Vebûyîna komele ji bo pakrêwanên Kurdistan ê rêz girtine ve destpêkir. Piştî rêz girtine mamosteya Kurdî Janya Acar gotina Mîr Celadet Elî Bedirxan “Şerm e, kirêt e, an zimane xwe hîn bin an jî nebêjin em Kurdin.” re dewam kir. Seroke komeleye Mahmut Alpşen jî li ser armanca saziye sekînî. Alpşen kurtasî, behsî pirsgirêkên pêvajoye kir. Di nav rewşa ve nijadperestiye de armanca ve saziye xwediderketina ziman û çand e. Û got “Ew komele vebû ku kes bêhêvî nemîne.”
Piştî axaftinên rêvebiran Fuat Onen soz stand û got “Mijar çava be jî em siyasetmedar bi çave siyasete dinîrxînîn. Hebûna gel bi desthilatdariye dimîne. Divê ew gel li ser xaka xwe bibe serbixwe. Kes nikare zimane Kurdî bê Kurdistan biparêze. Ji ber vê yêke pergala perwerdeya Tirkan nikare vî karî bimeşîne”.
Fuat Onen gotine xwe pêşniyar we xilas kir û got “Zimane Kurdî ne têne Kurmanciye. Divê Ked-Der jî li gor ve xebat bike.” Vebûyîn helbestên Kurdî ve dawî bû.