Di çarçoveya bernameya xebata İnîsîyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebûnê, li Semsûr û Dilokê du roj li pey hevdu civîn çêbûn. Her du civînjî bi coş û berhemdarder basbûn.
Civîna kudi 26.08.2017an de li Semsûrê lieywana KESKê da çêbû de siyasetvan Mahmut Kilinç, Hiquqnas Şehmûs Ulek, Serokê Giştiyê OSPê Sinan Çiftyurek û Cigirê Serokê Giştiyê PSKê Bayram Bozyel wek axaftan beşdarbûn.
Dicivînê da nûnerên KESKê, berpirsên partî û dezgeyên wek HDP, DBP, wek mêvan tevlê civînê bûn. Mahmut Kilinç di axaftina xwe da li ser pêvajoya biryara referanduma 25ê Îlonê û bandora vêbiryarê ya li ser Îran û Tirkiyê axivî.
Bayram Bozyejîli ser rewatiya referanduma serxwebûnê sekini û bala gringi yan îspetadengên “Erê” ji bo serxwebûnê kişand.
Sinan Çiftyurek jî diaxaftina xwe da agadarî derheqê hevdîtinên ku Înîsîyatîfê bi partî û dezgeyên medenî re kiriye, da beşdaran û da xuyakirinêku biryara referanduma serxwebûnê ji bersiyaseta Bexdayê ya xelethatiyedayîn.
Ji axaftvanan Şehmûs Ulek jî derbarê mafêçarenûsîyê de behsa nimûneyên cuda kir û di çarçoveya vêprensîpê da rewşa Herêma Kurdistanê û biryara referanduma serxwebûnê ya 25ê Îlonê nirxan.
Piştênavberêkmêvananderbarêmijarê de bîr û raya xwegotın û jiaxaftvananpirsênxwe kirin.
Jiberpirsiyarênmêvanan û bersîvênhûrgilîyêaxaftvananbeşadawî ya civînêgelekbi coş û zindîderbasbû.
Di 27.08.2017an de jî biheman armancê, li Dilokê di eywana OSPê ya şaxa vê bajarê civînêk hat li dar xistin.
Ev civîn jî bi beşdariya axaftvan Bayram Bozyel, Şehmûs Ulek û Sinan Çiftyurek birêveçû.
Girseyeke mezin mêvan beşdarê civîna Dîlokê bûn. Bitaybetî jî Kurdên Kurdistana Rojava bi hejmareke mezin dicivînê de amade bûn.
ENKS, PDK-S, PartiyaPêşverû û PYDKS bi nûnerên xwe tevlê civînê bûn.
Her weha wek Semsûrê di civîna Ayntabê da jî gelêk berpirsên partiyên siyasî û dezgeyên sivil (EMEP, Yeşiller ve Sol Gelecek Partisi, ESP û Weqfa 78an) beş darê civînê bûn û ji bo referanduma serxwebûnê piştgiriya xwe eşkere kirin.
Herdu civînjî bi coş û berhemdar bi dawîhatin.