Ana SayfaGIŞTÎJIN BI RENG Û DENGÊ XWE DIMEŞIN MÎTINGÊ

JIN BI RENG Û DENGÊ XWE DIMEŞIN MÎTINGÊ

Jinên Amedî di pêşengiya DAKP’ê de bi armanca beşdarî mîtînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibin bi reng û dengê xwe dimeşin qada Îstasyonê ya mîtingê. Jin bi dirûşmeyan daxwazên xwe tînin ziman. 

Platforma Jinan a Dîcle Amed  (DAKP), bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şîara “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngê li dar dixe. Jinên Amedî, di pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed  (DAKP) de bi şîara “Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” dimeşin qada Îstasyonê ya mîtîngê. Di mîtîngê de endam, aktivîst û rêveberên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan û Ciwanan a HDP, Komeleya Jinan a Rosa, Akademiya Jinan û gelek rêxistinên jinan amade bûn. Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Semra Guzel, Dersim Dag, Nûnerên Jin ên DÎSK, TMMOB, OHD, TÎP’ê jî di tev li mîtingê bûn. Jinan qada Îstasyonê bi rengê kesk, sor, zer, xemrî û spî xemilandin. Jinan li gelek qadên mîtîngê pankartên “cînayetên jinan, tacîz û tecawiz polîtîk in”, “Ji bo jiyanek wekhe û azad em li jiyana xwe xwedî derdikevin”, “Peymana Stenbol dide jiyandin”, “Ji bo azadiya xweza û jinê em jiyana ekolojîk diparêzin”, “Ji bo jinên girtî û hemû jinan edalet” vekirin. 

Hemû rêyên diçin qada Îstasyonê ji aliye polîsan ve bi hesinan hatin girtin. Jin di 4 nokteyên cuda re derbasî qada mîtîngê bûn. Polîsan di lêgerîna nokteyan de kodê HES’ê ji welatiyan xwest. Polisan destûr nedan ku jinên derbasî qada mîtîgê dibin, şuşê avê û amûdên din bi xwe re derbasî qadê bikin. 

Jinên ku bi deng û renge xwe ketin qada mîtîngê dowîzên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Ne edaleta mêran, edaleta rastîn” û “Jin Jiyan Azadî” rakirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. Ketina qada mîtinge didome. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights